Nûnerên Komeleya Sarmaşikê li ser girtina komeleya wan, li bînahiya Şûbeya ÎHD’ê ya Amedê,li bin pankarta, ‘’we Sarmaşik mohr kir, 32 hezar mirov neçarî hejariyê kirin’’ bi tevlîbûna rêveberên ÎHD’ê û parêzeran daxwiyaniyeke çapemeniyê dan. Serokê Şûbeya ÎHD’ê Racî Bilîcî di daxuyaniyê de got, girtina Rêxistinên Saziya Civakî (RSC) birînda hilmstandina civakê ye û got, ‘’Em hatine rewşeke wiha ku êdî dest li jiyana mirovan jî bidin.’’
Racî diyar kir, girtina Sarmaşikê ew weke destwerdana li mafê jiyanê yê 32 hezar mirov dibînin û got, “Em ÎHD, heta ku em hebin, em ê têkoşîna mafên hemû gelan bidin. Bi hemû saziyên me yên ku hatine girtin em ê heq ji vê derkevin. Ji ber ku em têkoşîneke mafdar didin.’’
Piştre rêveberê Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camcî axivî û got, girtina bi sedan sazî û dezgehî, beriya her tiştî darbeyeke li azadiya rêxistinbûyinê ye û bi dewamî, ‘’Bi girtina RSC’yan ku li dijî her cure desthilatdarî û otorîteyê têdikoşiyan, hişkere ye ku em ê bi kêşeyên domdirêj re hevrû bibin. Girtina Sarmaşikê tê wê wateyê ku 32 hezar mirov neçarî hejariyê werin kirin.’’
Camcî diyar kir, Sarmaşik her meh wan xwarin dida 5 hezar û 400 malbatî ango 32 hezar mirovî û ji bo zarokan jî desteke perwerdehiyê didan û wiha got, ‘’Bi vê xebata desteka mirovî ku ev 11 sal in em bê navber didomînin, heta niha 180 hezar carî destek hatiye danîn.’’
Camcî diyar kir, têkoşîna ku dewletê nekirî wan weke Sarmaşikê bi layiqî kiriye û got, “Mohrkirina deriyê Sarmaşikê, mohrkirina aqil, fêhmkirin, ûcdan û siberojê ye. Bêparhiştina van malbatan a ji Sarmaşikê, ku ku di gihîna heq û azadiyê sereke de di rewşa herî xirab de ne, tê vê wateyê ku ji 32 hezar mirovî re dibêjin, ‘’biçin ji birçîna bimirin, çi halê we hebe bibînin’’ Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî vî sûcê însanî dengê xwe derxînin û hevgiriya wan malbatan dixwazin ku Sarmaşikê destek dida wan.’’