Îtiraza ji bo Demîrtaş hat kirin nehat qebûlkirin

Îtiraza li rewşa girtî ya Demîrtaş hat kirin, bêyî ku sedemek bê nîşandan hat redkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Parêzeran li dijî girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û biryara nepenîtiyê li ser dosyayê, roja 8'ê Mijdarê serlêdan kiribûn, lê 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Amedê ev îtiraz red kir. 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya li Amedê îdîa kir, ku biryara girtinê "li qanûnan tê".

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser mijarê axivî û got, "Li gorî Destûra Bingehîn û Qanûna Darazî ya Ceza, hemû dadgeh neçar in hinceta biryara xwe eşkere bikin. Îtiraza me ya li dijî girtina muwekîlê me hat kirin, ji aliyê 3. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve hat redkirin."

Parêzer Karaman diyar kir, ew ê ji bo girtina tedbîrê serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn bike.

Parêzerên ku ji ber biryara dadgeriyê rêyên wan ên îtirazê qediyan, dikarin ji bo îtirazê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.