BI DÎMEN

Nêrweyî: Tirkiyê li Mûsil û Reqayê tek çû

Berdevkê Komîteya Navendî ya YNK’ê Nêrweyî got, ‘’Tirkiye ji bo têkçûna polîtîkayên xwe yên li Mûsil û Reqayê binixumîne li dijî muxalefeta hundir ev çend bû êrîşkar.’’

Berdevkê Komîteya Navendî ya YNK’ê Latîf Nêrwayî têkildarî têkçûna Tirkiyê ya li herêmê ya bi operasyonên Mûsil û Reqayê ji ANF’ê re axivî.

GIRINGIYA MÛSILÊ

Bi operasyona Mûsilê re hêzên herêmî û navnetewî det bi pêvajoyeke nû kirin.  Giringiya vê pêvajoyê û Mûsilê çi ye?

Azadkirina Mûsilê jig elek hêlan ve girîng e ku yek ji van a herî sereke ew e ku paytexta DAIŞ’ê ye. DAIŞ pêşî li Mûsilê xwe nîşan da, piştî vê li bajarên dî belav bû û hewl da li Ambar , Tikrît, Fellûce xurt bibe. Ji bo vê jî têkçûna DAIŞ’ê ya li Mûsilê tê wê wateyê ku ew li Iraqê têk çûye.

Biya te hêza ku bi DAIŞ’ê dayî windakirin kîjan e?

Di qelskirina DAIŞ’ê de helbet para hemû hêzan heye lê di nav hêzên Koalîsyona Navdewletî de rista Kurdan jî girîng e. Bi desteka çekê û hêza hewayî ya Koalîsyona Navdewletî ev qelsbûn zêdetir bû. Bi berxwedana Kurdan, gerîla û pêşmerge ev barbarî hate şikandin. Ji Kobanê ta bi Celawle Kurd bi şer li ber xwe dan. Bi çekên takekesî lê bi vîneke xurt, bi hijmareke kêm lê bi fikreke mezin Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan. Ji bo vê jî hemû dinyayê destek da Kurdan.

OPERASYON

Operasyonên Mûsil û Reqayê ji bo Kurdan têne çi wateyê?

Têkçûna DAIŞ’ê ya li Mûsilê û Reqayê tê wateya ku ew li herêmê têk diçe. Guherîne nav sînor, sîstemî û siyasî derdikeve holê. Kurd li kûdera vê guherînê ne? Va diyar e ku planeke DYA’yê di vê debarê de heye. Planên Îran, Tirkiyê û Sûriyê di vî şerî de hene. Ji bo vê jî divê plana Kurdan jî hebe. Planek heye yan na divê em li vê binerin, ku nebe divê hebe. Divê berjewendiyên partiyan li hêlekê wre danîn. Heke em yekîtiya netewî pêk neyînin xwîna şehîdan wê li erdê bimîne. Kurd dîsa wê têk biçin.

RISTA TIRKIYÊ

Tirkiye ji bo çi ev qasî dixwaze tevlî operasyonên Mûsil û Kerkûkê bibe?

Niha Tirkiye bi DAIŞ’ê re şer nake û destekê didiyê. Tirkiye dema ku dît DAIŞ qels dibe xwest ji vê sûdê werbigire. Dema ku DAIŞ’ê êrîş anî ser Başûr dewleta Tirk destek neda pêşmergeyan. Tirkiye bi tevlêbûna Mûsilê dixwaze li Iraqê ji hêla siyasî ve bibe xwedî ristekî û muxalîfeta navxweyî ya siyasî bi têkçûna DAIŞ’ê re tasfiye bike. Ev jî Kurd in; ji ber ku ji bilî Kurdan hêzên demokrasî û azadiyê ku bikaribin muxalefetê bikin nîn in. Piştî ku li Rojava, Reqa DAIŞ têk çû, Tirkiye dixwaze Sûriyeyeke li gorî xwe bibîne. Ji bo vê êrîşê dibe ser Kurdan.

Baş e, Tirkiye dikare vê bike? Biya min Tirkiye hinek plan girêdane û dikare tevlîheviyekê çêbike. Dikare zirarê bide Kurdan lê nikare rê li ber destketiyan bigire.

Planên wan ên weke êrîşa bi ser Kerkûkê de hene?

Ez li ser Kerkûkê tiştekî nabêjim lê hin organên medyayê hin belge nîşandan bê ka ev çeteyên DAIŞ’ê çawa ketine Kerkûkê.

Niha em werin ser pirsa, ‘Tirkiye dikare bike?’ Bi ya min nikare. Ji bo ku ya pêşî Tirkiye ne di nav koalîsyona navdewletî de ye. Ji ber siyaseta Tirkiyê ya li hember DAIŞ’ê hêzên navdewletî ew nexistin nav xwe. Ya dî jî, Iraq û Sûriyê naxwazin Tirkiye li nav xaka wan be. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ev du welata jî wê destûr nedin ku Tirkiye serê xwe têxe nav karên navxweyî. Ti hêzeke ku li pişt Tirkiyê bimîne jî nemaye. Her wiha Îran jî heye, Îran, Iraq û Sûriyê piştgirî dane wan hêzan ku li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Tirkiye bi destê DAIŞ’ê li heremê têk diçe. Sedema ku Tirkiye ev qasî dilezîne ev e. Dixwaze têkiliyên dîplomatîk ên siyasî yên ku wê li Iraq û Sûriyê biguherin hewl dide. Lê ji ber polîtîkayên wê, Tirkiye li Rojhilata Navîn teşîr bû û hate dûrxistin.

Dibêjin li Mûsilê em ê Tirkmenan biparêzin û dibêjin ji bo vê wan hêzên xwe anîna Başîkayê. Lê ev hemû bê destûr hikûmeta Iraqê hatin kirin. Niha jî dibêjin em hesab nadin biryarên hikûmeta Iraqê. Digotin dema ku Heşdî Şabî tevlî operasyona Telaferê bibe ew ê dest tê werdin lê ev hemû zirt bûn. Niha Heşdî Şabî nêzî Telaferê ye û Tirkiyê xwe kerr kiriye.

Di heman demê de ji bo hêzên demokratîk a Sûriyê ya li Rojava jî wihadigot. Ji bo operasyona Reqayê digot ez qebûl nakim ku Kurd têkevinê. Lê bi pêşengiya hêzên Kurdan Operasyona Reqayê hate destpêkirin.

Piştî van têkçûnan AKP’ê û dewleta Tirk berê xwe da muxalefeyê. Ev senaryo ye. Ji bo vê jî hevserok û wekîlên HDP’ê girtin. Vê ji ber vê sedemê dike da ku gelên Tirkiyê têkçûn wan a li siyaseta derve nebînin. HDP ne tenê nûnerê Kurdan e, nûnerê hemû kêmar û dînan e. Tirkiye ji bo ku têkçûna xwe veşêre wiha dike.

YEKÎTIYA NETEWÎ

Te behsa yekîtiya Kurdan kir. Dema ku mirov guhê xwe dide daxuniyaniyên aliyê siyasî pir behsa yekîtiyê tê kirin. Ji ber ku pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye ku ti dema ev qasî pêdiviya wan pê çênebûye?

Dema ku em li dîrokê dinerin, dema ku Kurd dibine yek deng bi ser dikevin. Dema ku 1991’ê dema ku serhildan çêbûyî, partiyên siyasî yên Başûr bûne yek. Dîsa dema ku 2003’an Sedam têkçûyî dîs abûne yek û Kurdan ji bo ku destek dan ji Şengalê ta bi Xaneqînê bi hilbijartinan bi ser ketin. Dîsa dema ku DAIŞ’ê êrîş anî ser Kurdistanê dîsa bûne yek û vê carê ev yekîtiya siyasî di nav çar parçeyên Kurdistanê de çêbû. Gelê Kurd ji çar parçeyan destek da. Di heman demê de di navbera gerîla û pêşmergeyan jî ev yekîtî çêbû. Ev ne bi niviskî be jî di pratîkê de wiha bû. Heke li ser bernameyeke netewî yekîtiyek çênebe destketiyên ku bi xwînê hatine bi dest xistin wê bikevin talokeyê.