Şervanên Xezeba Firatê, gundê Şêx Hesen, Siran û El-Xezalî rizgar kirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê,gundê Şêx Hesen, Siran û El-Xezalî û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê,gundê Şêx Hesen, Siran û El-Xezalî û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 8’emîn de dewam dike. Şervanên Pêngava Xezeba Firatê bê navber ber bi nuqteyên çeteyan ve pêşve diçin.
Hat ragihandin ku şervanên Pêngava Xezeba Firatê ku ji bereya Silûk ketibûn tevgerê û duh li Çemê Belîx gihiştin bereya Eyn Îsa, dor li gelek gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de girtin.
Gundên hatine dorpêçkirin ev bûn: Şêx Hesen û girê wî, Siran û girê wî û gundê El-Xezalî ku hemû jî 12 km dikevin başûr rojavayê gundê Qenterî.
Piştî şerê dijwar ku ji duh ve destpê kiribûn, şervanan her 3 gund tevî girên wan ên stratejîk tevî rêya ji gundê Hayis diçe riya Navnetewî (Rodko) ji çeteyan rizgar kirin.
Pêngava Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe didome.