Ji girtiyan hevgiriyeke watedar ji bo gelê Şirnexê
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Girtîgeha Amedê, Tîpa D’yê bi mebesta hevgiriyê ya bi gelê Şirnexê re di nav hev de pere komî ser hev kirin û 5 hezar TL ji malbatên Şirnexê re şandin.
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Girtîgeha Amedê, Tîpa D’yê bi mebesta hevgiriyê ya bi gelê Şirnexê re di nav hev de pere komî ser hev kirin û 5 hezar TL ji malbatên Şirnexê re şandin.
Girtiyên PKK’ê û PJAK’ê yê Girtîgeha Amedê, Tîpa D’yê ji bo gelê Şirnexê ku ev 8 meh in di bin dorpêçê de ye, di nav xwe de 5 hezar TL kirin ser hev û ji malbatan re şandin. Girtiyan pereyên xwe ku di nav xwe de kirin ser hev bi nameyekê ji gelê Şirnexê re şandin.
Di nameyê de wiha hate gotin: ‘’Hişmendiya faşîst ji bo tola darbeyên ku xwarî ji gelê me yê Şirnexê hilîna êşê bi gelê Şirnexê dide kişandin. Vê bi awayekî ber bi çav dike ku nahêle gelê me yê Şirnexê li malên xwe, li xaka xwe vegere û di nav şert û mercên zivistanê de wan dihêle. Em weke girtiyên PKK’ê û PJAK’ê yên li zindana Amedê dimînin, em diyar dikin li dijî van polîtîkayên faşîzan ên TC’ê bi we re ne û em ê van polîtîkayan têk bibin û bi awayekî sembolîk van 5 hezar TL’yî ji gelê xwe re dişînin.
Weke fermandarê efsanewî yê berxwedana xwerêveberiyê Çiyager gotî, ‘’dawî çawa dibe bila bibe wê muhteşem be’’ bi vê bawerî û hêviyê em ê hêzê bidin berxwedana gelê Şirnexê.
Li gel slav û hurmetên me.’’