Li Dihê 6 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Dihê ya Sêrtê serê sibehê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê polîsan bi ser hin malan de girtin. Piştî ku li malan lêgerîn hat kirin welatiyên bi navê Emîn Aksu, Ferhat Îlhan, Mehmet Çakir, Mehmet Alî Yildiz, Zekî Erdemcî û Abdulhadî Ete hatin binçavkirin.

Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn bidin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.

Li aliyê din li bajar beriya 8 rojan 5 kesên ku di nav de hevserokên DBP û HDP'ê jî hene piştî îfadeyên wan li midûriyeta polîsan hatin girtin, derxistin edliyeyê ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.