‘Heta ku em hilmê digrin em ê teslîm nebin’

Parlamentera Mêrdînê Yildirim ji girtîgeha Tîpa F a Kandirayê peyam şand. Yildirim gelê Mêrdînê silav kir û got; “Heta ku em hilmê digrin, bila ti kes nekeve bendewariya teslîmbûna me.”

Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû girtin, bi rêka hevjînê xwe Kamûran Yildirim ji Girtîgeha F-1 a Kandirayê peyam şand û diyar kir ku wê li dijî darbeya Qesrê li ber xwe bidin.

‘EM Ê SERÎ LI BER DARBEYÊ NETEWÎNIN’

Yildirim bal kişand ku ti hincetên hiqûqî yên girtinan nîn in û wiha dewam kir; “Ev operasyonên qirkirina siyasî bi temamî tasfiyekirina demokrasî, meclîs û siyaseta li Tirkiyeyê ye.” Yildirim diyar kir ku rejîma Qesrê darbeyê dide domandin, der bir ku wê bi her şêweyî li dijî darbeyê rabin û wê bi girtinan, qetilkirinan, êşkencekirinê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Yildirim bi bîr xist ku dema wek parlamenter destpêkê hatibû hilbijartin jî di girtîgehê de bû, ev bi lêv kirin; “Hewl dan bi operasyonên KCK’ê me bitepisînin, nebû, nikarin. Ew roj çawa em bi serbilîndî rawestiyan, îro jî em ê wisa bikin.”

JI BO GELÊ MÊRDÎNÊ BANG: XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN

Yildirim xwest ku her kes li her qadê têkoşîna xwe hê mezintir bike û ji bo gelê Mêrdînê bangek taybet kir. Yildirim ji bo gelê Mêrdînê ev peyam şand; “Gelê Mêrdînê egît û fedakar e, ti carî li ber zilmê û mêtingeriyê serî netewandiye. Wê îro jî gelê Mêrdînê serî li ber zilmê netewîne. Ez ê li vir heta dawiyê û bi serbilindî îradeya gelê Mêrdînê temsîl bikim, pêwîst e gelê Mêrdînê jî li her qadê li ber xwe bide û xwedî li îradeya xwe derkeve.”