Artêşa Tirk a dagirker herêma Cisir Heşarkê didin ber topan

Hat ragîhandin ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê herêma sivîl a bi navê Cisir Heşarkê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê topbaran dike.

Artêşa dagirker a Tirk bibi çekên Doçka û BKC ûher wiha bi topên hawanê jingehên sivîlan topbaran dikin. topbaran li herêmê hê jî dewam dike.

Artêşa dagirker a Tirk beriya 2 rojan hinek gundên kantona Efrînê kir hedefa êrîşên xwe û di encamê de zarokek û endama Hêzên Parastina Civakî Leyla Ozo şehîd kiribûn.