Mohr li deriyê OGC’ê hat xistin
Êrîşên li dijî rojnamegeran di biryara dawî ya Rewşa Awarte de jî dewam kir. Deriyê OGC’ê jî hat mohrkirin.
Êrîşên li dijî rojnamegeran di biryara dawî ya Rewşa Awarte de jî dewam kir. Deriyê OGC’ê jî hat mohrkirin.
Di çarçoveya Rewşa Awarte de di hedefa êrîşên hikûmeta AKP’ê de rêxistinên çapemeniyê jî hene.
Avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) a li navenda Amedê li navçeyê Sûrê jî hat mohrkirin.
Bi dehan rojnamegerên ku ji hêla AKP’ê hedef hatin nîşandan, hatin girtin, 23 dezgehên çapemeniyê jî ji hêla RTUK’ê hatin girtin.
Êvara 29’ê Cotmehê jî li gel JINHA’yê, gelek ajans û dezgehên çapemeniyê bi biryarnameyên Rewşa Awarte hatin girtin.