KCD: Em bang dikin ku her kes bi hev re li ber xwe bidin

KCD têkildarî girtina rêxistinên saziyên civakî daxuyaniye da û got, “Em bang li her kesî dikin ku bertekê nîşan bidin û bi hev re li ber xwe bidin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî girtina komeleyan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, Erdogan û hikûmeta AKP’ê dij-darbe pêk aniye, li dijî hemû muxalefeta demokratîk, li dijî çapemenî, rewşenbîr, zanîngheh û ramana azad êrîşeke mezin û tesfiyeyê dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin pêşî organên çapemeniyê yên muxalîf hatin girtin û êrîş ali ser nûçegihan û kedkaran bi girtina wekîla û hevserokên şaredariyan berdewam kiriye.

Herî dawî di daxuyaniyê de hate gotin li djî rêveber û rêxistinên saziyên civakî êrîşeke mezin hatiye destpêkirin û darbe hatiye kirin û wiha bi nav de çû: ‘’Rêxistinên saziya sivîl bi fermaneke ji jor ve hatî di şevekê de 400 rêxistinên saziyên civakî hatin girtin. Rêxistinên saziyên civakî li hemû welatên demokratîk, ûcdana civakê ne, vîzyon û perspektîfa siberojê ne, bi teşe dikin û bivênevêyên civakên demokratîk in. Civakeke ku ji saziyên sivîl bê par nikare bibe xweyî hêviya siberojeke xurt. Ev êrîş û darbe nîşan didin ku Tirkiye ketiye nav pêvajoya darbeyê, ber bi dîktatoriya yekdestiya yek zilamî ve diçe.

Di daxuniyê de hate gotin, ev êrîş siberoj wê berê xwe bide bêdengan jî û wiha hate gotin, ‘’Bêdengî, bêbertekî û nîşannedana refleks ali dijî van kirinên faşîzmê wê bibe sedem ku siberoja me û hemû destketiyên demokratîk ji dest biçin. Ji bo vê jî em bang li hemû kes û saziyên demoratîk, bang li hemû kesan dikin ku ji xwe re însan dibêjin, li dijî van êrîşan bertekê nîşan bidin û bi hev re li ber xwe didin. Em careke dî em van polîtîka û kirinên faşîstî yên bi ser gelên me, biratiyê, siberojê û demokrasiyê de bi tundî şermezar dikin û protesto dikin.’’