Li Amedê mohr li deriyê komeleyan xistin

Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De (BHQ) mohr li deriyên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Komeleya Nivîskarên Kurd, GOÇ-DER, MEYA-DER û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê xistin.

Di çarçoveya Qanûna Rewşa Awarte xala 11. de bi daxûyaniya şevê din ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatibû dayin, xebatên 370 komeleyan hatine mohrkirin. Ji van komeleyan 47 jê li Amedê bûn ku îro ji van komeleyan ku biryara girtina wan hatibû danîn, têne mohkirin.

Polîsên ku çûne ber deriyê navenda komeleya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya li navçeya Kayapinarê, derdora bînayê pêçan. Dest bi mohrkirina komeleyê kirin.

Her wiha deriyê Navenda Çanda Dîcle û Firatê jî ya li Sûrê hate mohkirin.

Polîsan agahî dane Komeleya Nivîskarên Kurd jî ku ew ê deriyê komeleyê mohr bikin. Her wiha deriyê Komeleya Hevgirî û Alîkariya Çand-Sosyal- Zanistê ya Koçberdan jî (GOÇ-DER) jî ji hêla polîsan ve hate mohrkirin.

Ji bilî van Komeleya Hevgirî û Alîkariya Bi Malbatên Nebedîbûyiyan re (MEYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) jî hate mohrkirin.