Xizmên Kesên ku Hatine Nebedîkirin: Hovîtiya li ser me hê jî berdewam dike

Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û malbat li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin pirsîn. Di çalakiyê de li aqûbeta Hacî Bahrî Akdemîr û Hayatî Zengîn pirsîn û diyar kirin hovitiya dewletê ya li ser wan hê jî berdewam dike.

Li Amedê bi tevlêbûna endamên Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin, heftiya 405’an çalakî hate kirin û di çalakiyê de li aqûbeta Hacî Bahrî Akdemîr û Hayatî Zengîn hate pirsîn.

Rêveberê ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan got, ‘’hovitiya ku ev 90 salî li ser me dikin îro jî berdewam dike. Hûn pê dizanin, zext û zordarî pêşî li ser çapemeniyê hate kirin û bi girtina wan zext û zordarî hate zêdekirin. Bi BHQ’yan 370 sazî û dezgeh hatin girtin. Em van girtinan û çewisandinê şermezar dikin.’’

ÇÎROKA AKDEMÎR Û ZENGÎN

Endamê Komîsyona Nebedîkiriyan a ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiyê de çîroka Hacî Bahrî Akdemîr û Hayatî Zengîn xwend. Yalçin got, sala 1994’an leşker û qorîciyan bi ser gund de girtine û Hayatî Zengîn ê 60 salî birine koxê û li wir ew înfaz kirine.

MUTTAŞ: DI BIN ÇAV DE HATIN NEBEDÎKIRIN

Xwîşka Alî Tekdag Afîfe Muttaş jî têkildarî birayê xwe got, birayê wî 13’ê Mijdara 1994’an hatiye binçavkirin û careke dî pêjn jê nehatiye û got, ‘’6 mehan polîsan bi ser malên me de digirtin û êşkence li me dikriin. Em hê jî li aqûbeta birayê xwe dipirsin. Ez li hestiyên birayê xwe digerim.’’