Yuksek: Her ku diçe AKP’ê hê tengavtir dibe

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek got, “Her ku diçe AKP’e hê tengavtir dibe. Helbet ev zilm bi vî awayî dewam nake. Zalim wê teqez hesab bidin gel. Serkeftiyên vê têkoşînê wê şopdarên gel bin, em ê bin.”

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Bajarê Semsûrê, 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li salona dawetê ya li Taxa Yenî li dar xist. Di kongreyê de li gel Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Semra Demîr bi sedan kes amade bûn.

Li salonê wêneyên siyasetmedarên Kurd ên hatî girtin û pankart hatin vekirin. Kongreyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Berxwedan Jiyan e” dest pê kir, ji bo têkoşerên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Piştî axaftina destpêkê, Parlamenter Behçet Yildirim axivî, bal kişand ku hikûmeta AKP’ê ji ber encamên hilbijartina Hezîranê hezm nekir dest bi şer û êrîşan kir û destnîşan kir ku wê li ber xwe bidin û teslîmî zîhniyeta AKP’ê nebin.

 ‘EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN’

Piştî Yildirim, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku tevî hemû bûyeran jî li pey çareseriyek demokratîk in û got; “Hê jî li hember me hikûmetek ku şerxwaz heye. Ev şer wê dawî li AKP’ê bîne. Yekane sedema dijwariya şer jî ev e. Têkçûna xwe dibînin. Her dibînin jî har dibin. Bêhêvî nebin, ev zilm çiqasî giran bibe jî hêviyên xwe ji dest nedin. Em ê teqez bi ser kevin.  Rixmî AKP’ê jî em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Em ne xerîbê vê pêvajoyê ne. Me salên 90’î jî dîtin.”

 ‘BI XWE JÎ ÊDÎ BI GOTINÊN XWE BAWER NAKIN’

Yuksek gotinên Tayyîp Erdogan ku ji qenalek biyanî re gotibû ‘li welêt ti pirsgirêk nîne. Her kes çi dixwaze dikare baxive” bi bîr xist û wiha pê de çû; “Welat dişewite. Hevserokên partiya sêyemîn a Tirkiyeyê hatine girtin. Bi dehan hevşaredar hatine girtin. Wekîlên te jî baweriyê bi van gotinên te nînin.  Her ku diçe AKP’e hê tengavtir dibe. Helbet ev zilm bi vî awayî dewam nake. Zalim wê teqez hesab bidin gel. Serkeftiyên vê têkoşînê wê şopdarên gel bin, em ê bin.”

Yuksek li dijî êrîşên li ser HDP û DBP’ê banga seferberiyê kir û got; “Eger em li ber xwe bidin ew ê têk biçin.”

Di encama kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP’a Semsûrê Mehmet Alî Alataş û Telliye Hanim Bektaş hatin hilbijartin.