Li Elbîstanê 7 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Li navçeya Elbîstanê ji 18 kesên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 11 hatin berdan, li gel hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê 7 kes jî hatin girtin.

18 kesên ku li navçeyên Elbîstan û Ekînozu yên Gurgumê di serdegirtinên jendermeyên Tirk de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin, 11 kes hatin berdan, li gel Hevserokên HDP’a Navçeya Elbîstanê Huseyîn Yildirim û DBP’a Navçeya Elbîstanê Halî Hoşoglû, Îsmaîl Yildiz, Sînan Gur, Bekîr Kara, Nûrî Gul û Bîlen Ûşak bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê ji bilî parvekirinên li ser facebookê, alîkariyên ji bo penaberên Sûriyeyî û pûşî wek sûc hesab kirin, der heqê 7 kesan de bi îdîayên “endamên rêxistinê ne”, “propagandaya rêxistinê kirine” û “Li ser navê KCK’ê xebat kirine” biryara girtinê da.

7 kesên ku hatin girtin şandin Gîrtîgeha Tîpe E ya Elbîstanê.