Bajarê li benda rizgariyê ye: Reqa

Ev bajarê ku nîvê wê çol e û nifûsa xwe bi qasî 200 hezar e, ji aliyê gelek mirovan ve piştî sala 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê ew dagir kir, hat bihîstin û naskirin.

Reqa bajarekî li bakurê Sûriyeyê, li qiraxa Çemê Firatê ye. Bi 160 kîlometreyî li rojavayê Helebê ye.

Li gorî serjimariya fermî ya sala 2004'an, nifûsa bajêr 220.488 bû. Li gorî serjimariya sala 2008'an 191.784 bû. Lê belê piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, hem koçber hatin vî bajarî hem jî ji vî bajarî koç çêbû.

Di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji bajêr derxistin û Reqa dagir kriin.

DÎROKA REQAYÊ

Navê Reqayê ku herêmeke Xiristiyan lê dijiyan bû, hingî Kallînîkos bû. Lê belê di sala 639'an de piştî ku Reqa ket destê Misilmanan, piraniya Xiristiyanên li bajêr tehcîr bû û navê bajêr jî weke Reqa hat guhertin. Reqa di dema hikumdariya Xelîfeyê Abbasî Harûn Reşîd de, yanî di navbera salên 796-809'an de paytexta Xelîfetiya Abbasî bû. Bajar hingî navendeke girîng a çand û ilmê bû. Di dema Osmanî de jî senceqek bû. Bajarên Iraqê yên li ser sînor ên weke Mûsilê jî hingî bi Reqayê ve hatin girêdan.

Û Reqa ji aliyê waliyekî Osmanî ve ji Rihayê ve dihat birêvebirin. Reqa weke cihê sirgûnê yê êlên Beydîlî û Avşar jî tê naskirin. Herêma Reqayê di sala 1516'an de bi Osmanî ve hat girêdan.

Reqa ku wê demê ji 6 senceqan pêk dihat, di navbera eyaletên Amed û Helebê de cih digirt û rêveberiya Osmanî li ser Reqayê polîtîkayeke taybet a îsqanê da meşandin. Hewl da Tirkmenên Beydîlî û Bozûlûs li qiraxa Çemê Firatê bi cih bike, lê ev hewldan bi ser neket.

Di encama serhildanên sedsala 19'an de, Îbrahîm Paşa yê Hîdîvî Kavalayî yê Misrê herêm kontrol kir. Di sala 1840'î de herêm careke din ket destê Osmaniyan û eyaleta Reqayê hat rakirin, weke senceqekê bi wîlayeta Riha, Helebê ve hat girêdan.

REWŞA BAJÊR

Bi dagirkeriya Mogol re gelên xwecihî ji bajêr hatin derxistin û eşîrên Bedewî, piştre jî Çeçen lê hatin bicihkirin.

Li Reqayê ku di roja îro de sêyemîn mezintirîn wîlayeta Sûriyeyê ye, hebûn û jiyana eşîran gelekî xurt e. Li Reqayê nifûsa Erebên Sûnî zêde ye. Têkiliya van eşîran bi eşîrên Ereb ên Sûnî yên li rojavayê Iraqê jî heye.

Li Reqayê, mîna li Eyn Îsa nifûseke mezin a Kurdan hebû. Lê belê nifûsa Kurdan a li vê herêmê, di her serdema dîrokê de bi rengekî bi rêk û pêk hat helandin.

Piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, êrîş û polîtîkaya koçberkirinê ya li dijî gelê Kurd hê dijwartir bûn.

Li Reqayê, hem dema dagirkeriya çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ya 2011-2014'an, hem jî dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya ji sala 2014'an û pê ve, komkujiyên li dijî Kurdan zêde bûn. Ji bo herêm bi temamî ji Kurdan xalî bibe, îro jî êrîş dewam dikin.

GIRÎNGIYA REQAYÊ

Reqa li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye. Di çend sed salên dawî de xwedî girîngiyeke gelekî mezin nebû. Bi tenê di navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê yên lir ojava û bajarên Mûsil û Bexda yên Iraqê de weke nuqteyeke stratejîk a li ser rêya bazirganiyê ye. Guhertina herî mezin a li Reqayê, di salên 1970'î de pêk hat. Li bajêr, li qiraxa Çemê Firatê, bendaveke gelekî mezin a hîdroelektrîk ava bû. Projeyên mezin ên çandiniyê yên li herêmê bû sedem ku bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê li firsendên nû digerin, berê xwe bidin vê derê.

Ji ber vê rewşê demografiya herêmê bi demê re hatibe guhertin jî, bajêr cewhera xwe timî parast.

Nîvê vî bajarî çol e. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve mirov bi hêsanî derbasî Deyr Zor û Iraqê dibin. Sedema herî mezin a ku çeteyên DAIŞ'ê ev der dagirkirin, ev taybetmendiya xwe ye. Lewma ev der weke qaşo paytexta xwe hilbijartine.

NAVENDA BAZIRGANIYÊ YE

Heleb, Riha, Dîlok, Bexda, Mûsil û Tehran di hemû serdemên dîrokê de bûn navendên herî girîng û bingehîn ên bazirganiya li Rojhilata Navîn.

Reqa jî bajarekî stratejîk e ku li navenda van hemû navendên bazirganiyê cih digire. Dewleta Tirk naxwaze vê navenda bazirganiyê ya girîng ji dest biçe. Dewleta Tirk û komên wê yên çete, ku Cerablûs û El Raî dagir kriine û êrîşên giran dibin ser herêma Şehbayê, çavê xwe berdane Reqayê.

Û dewleta Tirk Reqa û Mûsil xist rojevê û bi vî rengî hewl da dagirkeriya xwe belav bike. Dewleta Tirk niha jî dixwaze bajarê Babê dagir bike û bi vî rengî dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake, ku ji destpêka şoreşê ve xeyala wê ev e. Ji bo çeteyên DAIŞ'ê ku piştî têkçûna li Kobanê bi lez ber bi tinebûnê ve diçe, Reqa tê wateya man û nemanê. Weke ku tê zanîn Reqa weke dilê çeteyên DAIŞ'ê tê binavkirin. Piraniya hatineya xwe ya aboriyê jî bi firotina petrola ji vê derê bi dest dixe. Xurtbûna aborî, li qadê faktorekî diyarker e.

Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê ji vê derê petrolê di ser Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê re difiroşe derve, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Çeteyên DAIŞ'ê petrola xav a li Iraq û Sûriyeyê, bi saya dewleta Tirk û PDK'ê di ser Başûrê Kurdistanê re dişîne Tirkiyeyê û ji wir jî difiroşe cîhanê.

Di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê di ser xeta Ezaz-Cerablûsê re petrol bi buhayekî gelekî erzan difiroşin Tirkiyeyê. Bi vî rengî nahêle aboriya AKP/Qesr têk biçe. Lewma çeteyên DAIŞ'ê bi saya çavkaniya pere ya li vê derê, bi hêsanî çekan peyda dike.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK

Rizgarkirina Reqayê wê were wateya qutbûna xeta desteka leşkerî û lojîstîk a dewleta Tirk dide çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê. DAIŞ wê bikeve rewşeke tinebûnê.

Bidestxistina Reqayê her wiha tê wateya serdestiya psîkolojîk, leşkerî û siyasî.

Piştî ku ev xet hat birîn, wê çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê li hemû herêmên dagir kirine derbeke giran bixwin û ev yek wê weke derbeke giran li dewleta Tirkiyeyê bikeve.

Ji ber ku bi rizgariya Reqayê re wê DAIŞ ber bi tinebûnê ve biçe, hêzên QSD'ê wê hevsengiyên leşkerî û siyasî ser û bin bikin û li her du qadan bi ser bikevin. Kurd wê ji bo parastina Şoreşa Rojava, parastina axa xwe ku bi dayîna berdêlên giran bi dest xistin û ji bo parastina gel û civakên bi hev re dijîn, gaveke girîng li dijî çeteyên DAIŞ'ê, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad bavêjin.

Kurd wê bi van berdêlên xwe yên giran re, li ser bingeha wekhevî, azadî û edaletê bi gelên li Rojava û Sûriyeyê re bigihêjin hev.

JIYANA BERÎ Û PIŞTÎ DAIŞ'Ê

Beriya destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, li Reqayê zanîngeke taybet û dibistanên dewletê hebûn. Jiyana li vî bajarî li gorî welatên din ên Ereb hinekî cuda bû.

Şêniyên bajêr, di mehên havînê de heta derengiya şevê li kolanan diman, park ziyaret dikirin, diçûn kafeyan, mirovan xwarina xwe ya êvarê jin û mêr bi hev re li restorantan dixwarin. Jin û mêr bi hev re diçûn cihên şahiyê. Di xwepêşandanên li dijî rejîma Esad de jî jin û mêr bi hev re amade bûn.

Lê belê piştî destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011'an, dema çeteyên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ketin nava vî bajarî, jiyan guherî. Di navbera salên 2011-2014'an de 'pîvanê şerî' li vê derê serdest bûn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst di sala 2014'an de kontrola bajêr xistin destê xwe, rewşa li Reqqayê hîn bêhtir guherî û ber bi karakterekî 'Îslamiya tund' ve çû. Bajar êdî li hemberî tevahiya cîhanê veguherî gefekê. Ji bo cîhadîstên li gelemperiya cîhanê û çeteyan bû navendekê.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin, bi gelê herêmê û xebatkarên berê yên hikûmetê ve li gorî xwe 'sîstem'ek ava kir. Di çarçoveya vê sîstemê de li gorî qanûnên xwe yên şerî dadgeh çêkirin.

Li Reqqa ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, rabûna li ber van pêkanînan an jî protestokirina van, nepêkan e. Lîsteya cezakirinê ya çeteyên DAIŞ'ê têra xwe dirêj e. Çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavên gel serê mirovan jê dikin, îşkenceyê, recm û îdaman dikin.

Ji ber vê yekê, mirovên li bajêr man e, ji ber xwarin, derfetên mayînê, xwe li gorî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê eyar kirin. Lê belê di dema dawî de ji ber bomberdûmana koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA û bobmerdûmana hewayî ya Rûsyayê, çavkaniyên enerjî û avê hatin tinekirin, jiyana ji bo sivîlan gelekî zehmet bû.

Mînak; ji ber ku gelek navend û parzûngehên petrolê hatine bombekirin, sotemenî nayê peydakirin.

DI BIN DAGIRKERIYA DAIŞ'Ê DE JIYANA JINÊ

Nêzîkatiya li hemberî jinê ya li herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne, kêm caran di çapemeniyê de xuya kir. Jinên li herêmên ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, nêzîkatiya çeteyên DAIŞ'ê a li hemberî jinê raxistin pêş çavan.

Jinên ciwan an jî jin, eger li cem wan xizmekî wan ê bi emr (bav, kek an jî hevjîn) nebe, destûr nayê dayîn ji malê derkevin. Jin neçarin temamiya bedena xwe bi paçê reş bipêç e. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha li Reqqayê, tûgayên ku jinan kontrol dikin, ava kirine.

Kişandina cixareyê qedexe ye û eger yek bikişîne bi lêdana qemçî tê cezakirin. Her wiha hemû mêr neçar in di nava rojê de di saetên nimêjê de biçin mizgeftê.

Di telefona destan a kesekî de wêneyê jinekê hebe, cezayê 30 qemçiyan li wan tê birîn. Temaşekirina li maçên futbolê qedexe ye.

Hevjînên endamekî DAIŞ'ê yê hatibe kuştin, bi endamekî din ê DAIŞ'ê didin zewicandin. Ji ber ku zewac zêde dewam nake, anîna zarokan jî kêm e. Jin bi giranî weke koleyên sexê tên bikaranîn.