YPS: Li Dêrikê 5 polîsên POH hatin kuştin

YPS'ê da xuyakirin, ku roja 5'ê Mijdarê li Dêrikê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di encamê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de 5 polîsên tîmên taybet (POH) hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, 5'ê Mijdarê saet di 19:30 de, li sêrêya nexweşxaneya dewletê û gundê Heramiya, yekîneyeke me li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de wesayît bi temamî rûxiya û 5 POH hatin kuştin."