Nasnameyên 7 gerîlayên YJA Starê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 7 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Zagrosê di şerê 15'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 9 sermawezê 2016, 13:17
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser şer daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
COLEMÊRG
"6’ê Mijdarê berê êvarî hêzên me li derdora girê Şehîd Zekî yê girêdayî Çelê ya Colemergê bi ser komeke leşker ku di tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyê ji qadê rakirin.
8’ê Mijdarê saet 09.00’an hêzên me bi hawanan erîş birine ser girê Koordîne. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de diyar nebûne.
ŞIRNEX
7’ê Mijdarê saet 14.00’an bi ser leşkeran de ku li ser rêya Şirnex-Qilabanê û leşkerên qereqola li navbera Gazakûrkê û Bestayê ku rê kontrol dikirin çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obûs û hawanan qad bombe kiriye û bi hevkariya cerdevanan operasyon daye destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk de demeke kurt şer çêbûye.
HATAY
6'ê Mijdarê, tîmeke gerîlayên me li bajarokê Sarisekî yê navçeya Skenderûn a Hatayê çalakiyeke sabotajê li dijî leşkeran pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
MÊRDÎN
Li Qoser a Mêrdînê kesekî bi navê Mustafa Bellî (bi navê kod Berzan) li ser navê Partiya me ji gel pere û malzemeyan dide hev. Ev şexs di nav xebatên çeteyî de ye û ti têkiliya wî bi hêzên me re nîn e. Gelê me li dijî vî kesî baldar bin û hay ji xwe hebin."
NASNAMEYÊN 7 GERÎLAYAN
Di şerê di navbera 9-15’ê Îlonê de yê ku li herêma Zagrosê (Xeta Gever- Çelê) 7 hevrêyên me şehîd bûne.
Nasnameyên 7 gerîlayên YJA Starê bi vî rengî ne:
Nasnav: Dîcle Amed
Nav paşnav: Dîcle Erel
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Halîme-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Gulbahar Cûdî
Nav paşnav: Nezahat Acet
Cihê ji dayikbûnê: Antalya
Dayik-Bav: Hatîce-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Hêlîn Serhat
Nav paşnav: Hînayet Alataş
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Hamîde-Cezayîr
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Mizgîn Rustem
Nav paşnav: Aysel Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sînem-Necatî
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Nûda Zenda
Nav paşnav: Nazan Kirdar
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Havva-Dûman
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Viyan Koçer
Nav paşnav: Fîdan Peldek
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Emîne-Hakîm
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg
Nasnav: Zîlan Pîroz
Nav paşnav: Kader Ete
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Hatîce-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 9-15'ê Îlona 2016 / Colemêrg