Akademiya Dersimê dest bi xebatên xwe kir

Akademiya Dersimê dest bi xebatên xwe kir û pêşkêşiya xwe ya yekemîn jî kir.

Akademiya Dersim a ku bi şiyara “Ji bo gel em zanîstê dihilberînin” hate avakirin, pêşkêşiya xwe ya yekem îro kir. Pêşkêşî ji aliyê Doç, Dr. Candan Badem ve bi sernavê “Li Tirkiyeyê, Dîrok û Akademî” pêşkêş kir.

Di aktivîteya li Şaxê Egîtîm Senê hate lidarxistin de, Alîkarê Hevseroka Şaredariya Dersimê Huseyîn Tûnç, Serokê Şaxê Egtîm Senê Suleyman Guler, personel û endamên ji kar hatin derxistin û karê wan hatin rawestandin jî beşdar bûn.