Ciwanên piştî îşkenceya 12 rojan hatin girtin nehatin berdan

Li Rihayê ciwanên bi navê Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê piştî îşkenceya 12 rojan hatibûn girtin, nehatin berdan. Ciwanan îşkenceya li wan hat kirin, vegotin.

Ciwanên şoreşger ên bi navê Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên ku li Midûriyeta Polîsan a Rihayê 12 rojan îşkence lê hat kirin û piştre hatin girtin îro derxistin dadgehê. Ciwanên ku li Dadgeha Ceza ya Giran a Rihayê derketin pêşberî dadgeriyê îşkenceya li wan hat kirin vegotin. Dadgehê biryara berdewamkirina girtîbûna  Genç û Kosemen da û doz taloqî 11'ê çileya 2017'an kir. 

12 ROJAN ÎŞKENCE LI WAN HATIBÛ KIRIN

Ciwanên şoreşger Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên ku li Rihayê di 23'ê Tîrmehê de li Rihayê hatibûn binçavkirin, rastî lêdan, lêgerîna tazî, gefa tecawiz û kuştinê hatibûn. 

Polîsan bi zorê hewl dabûn ku kolonya bi ciwanan bidin vexwarin û herdu ciwan di lêpirsînê de tazî, çavên wan girêdayî û destên wan jî li pişt wan bi awayekî kelepçekirî dabûn sekinandin. 

Polîsan  bi rojan şekir jî nedan ciwanên ku di greva birçîbûnê de bûn. Li şûna vî ji bo ku bi zorê mudaxaliyê wan bê kirin seqwî nexweşxaneyê kirin. Lê Genç û Kosemen nehiştin ku serûm bê dayîn. Bijîşkan daxwaza ciwanan bi cih anîn û serûm nedan wan. 

DI ÎDIANAMEYÊ DE JI BO ÎŞKENCEYÊ ŞÎROVEYA BALKÊŞ

Dozger Muhammet Alî Korkmaz ê ku îdianame amade kiriye, li ser îşkenceya ku herdu ciwanan dîtiye îdiaya "dixwazin ji sûc xwe xilas bikin" kir û xwedî li polîsên îşkencekar derket.

Dozger di îdianameyê de bi van gotinan îşkence parast: "Wekî ku piraniya endamên rêxistinê dikin ji bo ku li dijî xwe delîlan ava nekin bi îdiaya îşkenceyê ketine greva birçîbûnê û parastin nekirine.... Parastina gumanbaran a di lêpirsînê de ji bo xwe ji sûc xilas bikin..."