Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gihiştin Çemê Belîx

Şervanên operasyona Pêngava Xezeba Firatê li baskê Eyn Îsa gihiştin Çemê Belîx.

Şervanên opersyona Pêngava Xezeba Firatê ji duh ve li baskê Eyn Îsa 5 km pêşve çûne, 2 gund û 5 gundik ji çeteyan paqij kirin û gihiştin Çemê Belîx. Li vê baskê, şervanan ji destpêka pêngavê ve 16 km pêşve çûne, tê payîn ku îro her 2 bask bigihêjin hev.

Çeteyên DAIŞ′ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê El-Ebîd. Li ser vê êrîşên şervanan bersivên tund dan, şerê li herêmê hê jî dewam dike.

Li baskê Silûk jî şervan ji gundê El-Heyewî heta nêzî gundê Xinêz pêşve çûne. Di navbera herdu gundan de 14 km heye. Çeteyên ku xwestin di vê navberê de bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşekê li dar bixe, lê beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.