Li Wanê navê yek ji ciwanên ku polîsan birîndar kirin eşkere bû

Hat ragihandin ku navê yek ji ciwanên ku di serdegirtina malan a li navçeya Artemêtan a Wanê ji aliyê polîsan ve birîndar bû Ûmût Gurkan e. Gurkan ê ku giran birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.

Polîsên Tirk di saetên şevê de avêtin ser malek a navçeya Artemêtan a Wanê. Di serdegirtinê de 4 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji ciwanên ku birîndar bibûn Ûmût Gurkan e. Gurkan ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Wanê.

...