Nivîskar-helbestkar Bîngol hate binçavkirin
Endamê Egîtim-Sen’ê nivîskar-helbestvan Ulku Bîngol şevê din dereng li Ofîsê ya Amedê ji hêla polîsên Tirk ve hate binçavkirin.
Endamê Egîtim-Sen’ê nivîskar-helbestvan Ulku Bîngol şevê din dereng li Ofîsê ya Amedê ji hêla polîsên Tirk ve hate binçavkirin.
Ulku jî yek ji wan mamosteyan bû ji kar hatibû kirin. Şevê din saet 23.00’an polîsan bi ser Kuçeya Hunerê ya Ofîsê ya Amedê de girt û nasnameyên wan ji Berhevkirina Agahiyê Giştî (BAG) derbas kir. Di lêpirsîna BAG’ê de endamê Egîtîm- Sen Şûbeya Amedê Ulku Bîngol (35) ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Bîngol, nayê ji ber çi hatiye binçavkirin û ew birina Şûbeya TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetêya Amedê. Ji şevê jî ve Bîngol li Şûbeya TEM’ê tê girtin.
Bîngol di nav wan mamosteyan de bû ku ji hêla hikûmeta AKP’ê ve 8’ê Îlonê 11 hezar û 301 mamoste ji kar hatibûn dûrxistin û di heman demê de edîtorê Weşanxaneya Hîva jî bû. Pirtûkên bi navê Peyman, Mohra Xwedê, Sîba yên helbestê yên Bîngol hene.

