Tûncel birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel a ku duh hatibû girtin, îro birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê.
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel a ku duh hatibû girtin, îro birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel a ku 4’ê Mijdarê ji bo ku girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar bike li ber Edliyeya Amedê çalakî dikir û bi tehde û pêkutiyê ji hêla polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin û ji hêla dadgehê ve biryara girtina wê hate dayin, îro birin Girtîgeha Amedê ya bi Tîpa E’yê û li wir bi cih kirin, bêyî ku piştî biryara girtinê agahiyê bidine parêzer û malbata wê.
Tûncel ji ber axaftinên wê yên ku berê kiribûn, 7 dosyayên ku berê derbarê wê hatibûne amadekirin, beriya bi heftiyekê di nav yek dosyayê de bi cih kirin, bi hênceta nîşandan dosyaya ku polîs, dadger, dozgerên endamên ‘FETO/PDY’’ amade kiribû, bi îdîaya ku ‘’endamê rêxistinê’’ ye hatibû girtin.
Li hêla dî jî Wekîlên HDP’ê yên Colemerg û Şirnexê Nursel Aydogan û Leyla Bîrlîk û Selma Irmak jî li Girtîgeha Sîlivriyê hatin bicihkirin.