Yuksek: Em ê bi ser kevin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, li ser girtina hevserok Sebahat Tûncel got, "AKP wê di bin kirinên xwe de bimîne" û destnîşan kir, ku ew ê bi ser kevin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, li ser girtina hevserok Sebahat Tûncel got, "AKP wê di bin kirinên xwe de bimîne" û destnîşan kir, ku ew ê bi ser kevin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Endamên KJA'yê, parlamenterên HDP'ê û gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê hat dayîn bûn.
'TIRKIYE BI CUNTAYÊ TÊ RÊVEBIRIN'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek ê di daxuyaniyê de axivî wiha got:
"Hema her roj em derdikevin pêşberî çapemeniyê û têkîldarî darbeyê nêrînên xwe parve dikin. Rewşa welêt vedibêjin. Her roj an wekîlên me, yan hevşaredarên me yan jî wekî duh havserokên me tên girtin. Divê em mecbûr in bibêjin ku darbe berdewam dike. Ne rewşa awarte rêveberiya darbeyê heye. Tirkiye bi rêveberiya cuntayê ve tê rêvebirin. Hiqûq jî hiqûqa darbeyê pêk tê. Di demên dawî de bi hezaran endam, rêveber, kedkar, mamoste hatin binçavkirin û girtin. An jî gelek hevalên me ji kar hatin dûrxistin. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne. Darbeyek heye û vê darbeyê jî rêveberiya AKP'ê dike.
'DI NAVENDA DARBEYÊ DE KURD HENE'
Çapameniya civakî û hemû saziyên çapemeniyê li me girtine. Niha em di ferqê de ne ku çiqas dengê me tê bihistin. Kovarên ku weşanên objektîf dikin, televîzyon û ajans hatin girtin. Lê em ligel van astengiyan mal bi mal bigerin û vî pêvajoyê vebêjin. Di navenda darbeyê de em, gelê kurd heye. Dixwazin îradeya gelê kurd bişikênin. Ji ber ku AKP bi vî bawer dike ku heke gelê kurd têkoşîna xwe ya azadiyê biparêzen ez nikarim hespê xwe li gorî daxwaza xwe bajom. Bi vî rengî tiştên ku diqewime ji bo Tirkiyeyê rewa dibîne û berê xwe dide hemû kesan. Heta niha 30 hevşaredarên me ji kar hatin durxistin û qeyûm hatin tayînkirin. Bi darbeya li dijî HDP'ê ya di 4'ê Mijdarê de jî tê xwestin wan derxînin derveyî meclîsê.
'HEM LI HUNDIR HEM JÎ DERVE KURD HEDEF IN'
AKP dixwaze ji me re bibêje ku 'cihê we di meclîsê de nîne, ji bo pirsgirêkan çareseriyê engerin, biçin çareya serê xwe binêrin'. Duh dîlgirtina hevseroka me jî nîşaneya êrîşa li dijî kurdan e. Dema ku mirov li Rojhilata Navîn dinêre girîngiya kurdan tê dîtin. Lê AKP jî dibêje ez çawa bikim pêşî li kurdan bigirin, li Rojava çawa asteng bikim, li Iraqê kurdan çawa asteng bikim. AKP li pey vî ketiye. Hem li hundir hem jî li derve li dijî kurdan êrîşek heye.
'AKP WÊ DI BIN KIRINÊN XWE DE BIMÎNE'
Merhaleya ku em di tê de şermezarkirinê derbas bûye. Divê em nirxandinên startejîk bikin. Tirkiye li ber karasetê ye. Tê ber parçebûyînekî. Em helwesta xwe nîşan didin. Helwesta serokwezîr, serokomar binêrin hûn ê fêm bikin. Ya ku ji şaşîtiyê vegere AKP bixwe ye. Ya ku wekî xwendekarên dibistana seretayî tevdigere ne em, ew in. Tirkiye çima nikare bibe xwedî gotinekî. Ji ber ku polîtîkayên diberiya kurdan pêk tine nikare bibe xwedî gotin. Em dixwazin ji hikûmeta AKP'ê û yên ku dewletê bi rêve dibin re wiha bibêjin: Bi rêbazên 90'an, bi rêbazên ku pêk anîn ve nikarin kurdan ji riya xwe vegerinînin. Parlamenter û endamên me hatin girtin. Bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne lê em ê bi siyaseta demokartîk soza ku daye hevalên xwe, gelê xwe azad bikin. Ev pêkûtî dê me bêzar nekin. Bi israr dê têkoşîna me bidome û em ê van qadan teslîmê AKP'ê nekin. AKP dê di bin kirinên xwe de bimîne.
‘HEVSEROKÊ ME BÊ SINC BINÇAV KIRIN'
Duh hevseroka me hat girtin. Gotinek heye. Dibêjin 'Dijminê te be jî tu dê li hemberi wî bi rêgez û sinc tevbigere. Di şer de jî sinc heye. Hikûmeta li ser vê axê ya ku qet ders ji dîrokê negirtiye heye. Vê hikûmetê derst û nazîbê xwe ji çanda Selahattin Eyubî negirtiye. 106 şaredariyên ku bi bi milyonan dengê gel girtine, vîna wan bi erdê re tê kaşkirin û binçavkirin. Binçavkirina bi vî rengî qirêjiya pergalê ye. Binçavkirina me ya bi vî rengî bê ahlaqî ye. Weki ku civakê çavtirsandî bek hevserokên me hatin binçavkirin.
Mirov êdî ji we hêrs dibe. Ez bawer dikin ku civaka Tirkiye jî wê li hemberî vê rêbazê helwesta xwe nîşan bide. Ev zilma li gelê me tê kirin wê heta dawî pêş nekeve. Em dixwazin hêj dem derbas nebûye ji ser vê rêyê vegerin. Em yek tenê jî bimînin û kêliya dawî ya emrê me bimîne jî em tê heta dawî vê têkoşîna xwe bidomînin. Hevserokê me jî gotibû 'Ev keştî wê bigêje benderê' Bila kes meraq neke. Bila kes bêhêvî nebe. Em wê hemû van perdeyan biqetînin. Yên bi ser bikevin em in."
KAŞAN: TUNDIYEKE DIJWAR LI ENDAMÊN KJA'YÊ TÊ KIRIN
Pişî Yuksek, Endama KJA'yê Fatma Kaşan jî axivî û wiha got:
"Wekî hemû jin ji nêzîk ve dişopînin, tundyeke dijwar li KJA û endamên KJA'yê tê kirin. Pergala me ya Hevserokatiyê qada çandî û civakî xebatên me yên herêmî hemû di bin tundiya dijwar dene. Herî dawî Hevserokên me yên HDP, DBP'ê hatin binçavkirin û hatin girtin. Wekîlên me hatin girtin. Ev hewldana tasfiyekirina jinan a ji siyasetê ye. AKP destûr nade ku jin di qada rêveberiya herêmî de tev li civakê û siyasetê bibin. Li Rojhilata navîn guhertinên bi kok pêş dikevin. Netew Dewlet ket nava guhertinekê. Ev pergal azadiya jinê red dike û hewl dide vîna wê ya di qada civakî de tune bike. Jinan di çand û rêveberiyê de guhertinên bi kok pêş xistin. Ev war axa Mezopotamya û Kurdistanê ye. Li ser vê axê guhertinek nû pêş dikeve. Li dijî hişmendiya mêr a serdest, jina demokratik heye. Em wekî jinên kurd jî me ev rol û misyon daye ser xwe Em vê kêfxweşiya guhertina demokratîk dijîn.
‘TEVGERA JINÊ VÊ ROLA XWE BILÎZIN
Li Rojhilata Navîn xeta azadî û koletiyê ketiye nav hev. Em wekî tevgera jin wê di her şert û mercan de li dijî vê pergala koletiyê pergala azadiyê pêş bixin. Em ê her dem rola xwe ya azadî û demokratîkbûnê bilîzin. Heqîqeta dîrokê çibe ew wê pêk bê. Em bang li raya giştî dikin ku guh nedin van hewldanên dewletê û nexapin. Em wekî jinên Tirkiye em li vir in. Em jinên kurd em dê li kolan, bajar û vîna xwe xwedî derkevin. Em ê bi berxwedana xwe ya polîtîk li dijî faşizmê rawestin. Em ê li destketiyên Kurdistanê xwedî derkevin û em silavên xwe ji hevalên xwe yên girtî re dişînin."