Rêveberên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê piştî 28 rojan li edliyeyê ne
18 kesên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, ku hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de ne, piştî 28 rojan anî edliyeyê.
18 kesên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, ku hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de ne, piştî 28 rojan anî edliyeyê.
18 kesên ku di nav de Hevserokên HDP'ê yên bajêr Cabbar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Hafîze Îpek jî hene, anîn edliyeya Amedê. Li dû îfadeya li dozgeriyê, siyasetmedarên ji bo bi şertê 'kontrola edlî' werin berdan, sewqî dadgeriya ceza ya sûlhê ya nobedar hatin kirin.
Piştî ku Serokê AKP'ê yê Pîranê Deryan Aktert di 10'ê Cotmehê de li Pîranê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin, polîsên Tirk dest bi pêla binçavkirinan kiribûn.
Yek ji binçavkiriyan Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Çunguşê Recaî Altay bû, ku di binê çavan de jiyana xwe ji dest dabû.