Li gundê Maliha şerê dijwar diqewime

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Maliha kirin. Şervanen YPG/YPJ'ê jî bi lezgîn bersîv da DAIŞ'ê û şerê dijwar derket. Şer bi dijwarî didome

Çeteyên DAIŞ'ê di saetên serê sibehê de li Bakurê Hesekê êrîşî gundê Malîha yê navbera gundê Ebû Fas û Mekmenê dimîne kirin. Piştî êrîşê şervanen YPG/YPJ'ê jî di heman demê de bersîv da wan û şer derket. Di şer de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Cenazeyê hin endamên DAIŞ'ê ketin destê şervanên YPG-YPJ'ê. Şervanen YPG/YPJ'ê di heman demê de gelek wesayîtên DAIŞ'ê îmha kirin.

Hat diyarkirin ku şer bi dijwarî didome.