MSD: Xezeba Firatê wê li DAIŞ û paşmêrên wê bibe tsûnamî

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya têkildarî azadkirina Reqayê de got, "Xezeba Firatê wê mîna tsûnamiyê DAIŞ û paşmêrên wê bide ber xwe."

MSD’ê têkildarî operasyona "Xezeba Firatê" ku QSD’ê da destpêkirin got, "QSD ji bo ku Reqayê ji DAIŞ’ê pak bike operasyona 'Xezeba Firatê' da destpêkirin. Em bang li gelê xwe yê Reqa dikin; ti nemaye ku roj ji bo azadiyê bihile. Wê tarîtiya DAIŞ’ê biçirîne û ronahiyê bide. Azadiya Reqa rizgariya mirovahiyê ye. Divê civaka navneteweyî bizanibe em ê heta bi dawiyê li dijî terorê têbikoşin. Di heman demê de ji bo ku operasyona Reqa bi ser bikeve divê hêzên navdewletî jî pişta me bigirin.

Hêzên navdewletî li dijî wan dewletan jî divê xwedî helwest bin ku destekê didine terorê. Xezeba Firatê wê weke tsûnamiyê DAIŞ’ê û paşmêrên wê bide ber xwe. Em xwedî vîneke qeyîm in û em bawer dikin ku em ê Sûriyeyeke Federaliya Demokratîk ava bikin. Em serketinê ji hemû hêzên xwe re dixwazin."