Ji xizmên windayan li dijî girtina parlamenteran nerazîbûn
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatine windakirin û kuştin, cara 404'an li Amedê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan.
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatine windakirin û kuştin, cara 404'an li Amedê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê dan.
Malbatên ku xizmên wan di salên 90'î de ji aliyê dewleta tirk ve bi kuştinên "kiryar nediyar" ve hatin kuştin an jî windakirin li Amedê têkoşîna xwe didomînin û li aqûbeta xizmên xwe dipirsin li hemberî girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku bi nasnameya xwe ya parazvanê mafê mirovan tê nasîn nerazîbûn nîşan dan. Hayriye Dogan ku dema Selahattîn Demîrtaş li Amedê rêveberê Komeleya Mafên Mirovan bû nas kir, diyar kir ku Demîrtaş ji bo birayên wê Mehmet Alî Dogan, Abdulkadîr Dogan û Bedriye Gumuş bên dîtin gelekî têkoşiya ye.
Dogan a gotina "eger em xwedî li xwe derkevin cîhan jî nikare bi me" bi kar anî wiha berdewam kir: "Di serî de hevserokê me Selahattîn Demîrtaş destên ku dirêjî parlamenterên me dibin bila bişikên. Ez wan şermezar dikim. Selahattîn her tim ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya. Ji bo gelê ku zilm lê tê kirin têkoşiya. Li hemberî vê sekinî. Ji ber vê yekê girtin. Ew serokê partiyekî ku 6 mîlyon deng girtiye ye. Em ê serê xwe li hemberî wan netewînin. Em ê vê zilmê qebûl nekin."
'HER TIM BI ME RE BÛ'
Dogan anî ziman ku Demîrtaş dema rêveberê ÎHD'ê bû her tim li cem wan bû û wiha got: "Mirovekî gelek zana û bi aqil bû. Ji bo winda bê dîtin em bi hevre bûn. Di çalakiya Koşuyolû de hat cem me û gote ez bi we re me, ez ê her tim piştgiriyê bidim we. Parlamenterên din jî her tim bi me re bûn. Ji malbata min heta niha 6 kes hatin qetilkirin. Lê em dîsa jî dibêjin aştî, azadî, wekhevî."
Îffet Mutaş a ku aqûbeta birayên xwe Alî Tekdag, Mehmet Tekdag bipirse 23 sal in têdikoşe jî wiha got: "Ew gelek fedakar û mirovekî pir baş bû. Her tim li pêş bû. Dewlet bi awayekî dijminatî nêzîkî wî bû. Heta em sax bin em ê di riya wî de bin. Çi bikin jî em dîsa dengê xwe bidin parlamenter û şaredarên xwe û careke din wan hilbijêrin."