'Heta îradeya gel bê berdan tekane rê berxwedan e!'

Di çalakiya şermezarkirinê girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê, parlamenter û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel de Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Alî Balîn diyar kir ku heta ku îradeya gel bê berdan tekane rêya çareseriyê berxwedan e.

Girtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, 7 parlamenterên HDP'ê û Hevseroka Giştî ya  Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Hevşaredarên Silopiya Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî daxuyaniya li avahiya HDP'ê pêk hatî bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Silopiya Alî Balin axivî û diyar kir ku ew ê ti carî girtina vîna gel qebûl nekin. Balin got, heya ku hevserok û parlementerên wan bên berdan tekane rêya wan berxwedan e. 

'BI DARBEYA QESRÊ DÎL HATIN GIRTIN'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî bilêv kir ku cudahî di navbera hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê û 4'ê Mijdarê de tine ye û wiha axivî: "Ji 4'ê Mijdarê pê de hevserok û hevalên me yên parlementer bi darbeya Qesrê dîl hatine girtin. Her wiha ji duh ve Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel hat girtin. Em di serî de li ser navê gelê Silopiya van hevalên xwe silav dikin. Her wiha em sekna wan a li hember hêzên dewletê jî pîroz dikin. Roja 4'ê Mijdarê ne rojeke ji rêzê ye. Ev roj jî weke hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê derbeya li hember vîna gelê Kurd e. Ev darbe ji aliyê zihniyeta li qesrê ve pêk hatiye."

Îrmez herî dawî got, ne gelê kurd ne jî gelên demokrat wê ti carî serê xwe li ber van êrîşan netewînin û heta azadiya xwe bi dest bexin wê li ber xwe bidin.

...