Qeyûm gelê navçeyê xist ber îcrayê
Qeymeqamê Tirk Onder Can ku roja 11'ê Îlonê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya navçeya Wanê hat tayînkirin, 90 hezar kesên li navçeyê, bi hinceta ku baca emlaqê nedane xist ber îcrayê.
Qeymeqamê Tirk Onder Can ku roja 11'ê Îlonê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya navçeya Wanê hat tayînkirin, 90 hezar kesên li navçeyê, bi hinceta ku baca emlaqê nedane xist ber îcrayê.
Qeymeqamê Tirk Onder Can ku roja 11'ê Îlonê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya navçeya Wanê hat tayînkirin, weke karê xwe yê destpêkê rabû karên ji bo jin, zarok û çandê dihatin meşandin, sekinand. Can kreşa zarokan jî girt. Vî şexsî di heman demê de wezîfeya Alîkariya Waliyê Wanê û qeymeqamtiya Rêya Armûşê jî meşand.
YEK JI SÊ PARÊN ŞÊNIYÊN NAVÇEYÊ XIRT BER ÎCRAYÊ
Qeyûmê dewleta Tirk, hemû xizmetên ji bo gel sekinand û vê carê berê xwe da gel. Can, nedayîna baca emlaqê ji bo xwe weke firsendekê dît û ferman da ku derhal li dijî gelê navçeyê bikevin nava tevgerê. Parêzerên Şaredariyê li ser fermana Can ketin nava tevgerê û 90 hezar kesên baca emlaqê nedane, radestî dadgeriyê kir. Bi vî awayî li navçeya ku nifûsa wê 285 hezar e, 90 hezar kes ketin ber îcrayê. Ev rêje tê wateya yek ji sê parên temamiya şêniyên navçeyê.