Mamosteyên ku ji kar hatin kirin, hatin binçavkirin

Li Semsûrê mamosteyên endamên Egîtim Senê Bekîr Gurbuz û Erdal Yilmaz ku bi biryarnameya AKP'ê ji kar hatin kirin, hatin binçavkirin.

Li Semsûrê berê sibehê polîsan li taxên Cûmhûriyetê û Yeniyê bi ser malan de girt.

Di serdegirtina malan de Serokê berê yê Şûbeya Egîtim Senê Bekîr Gurbuz û rêveberê berê yê Egîtim Senê Erdal Yilmaz ku di nav çarçoweya Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatibûn kirin, hatin binçavkirin.

Kedkarên perwerdehiyê ku nayê zanîn ji bo çi hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr.