Rêxistina HDP'ê ya Êlihê: Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin!
Girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê li Êihê hat şermezarkirin.
Girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê li Êihê hat şermezarkirin.
Endamên HDP'ê li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li kolana Gulîstanê li hev civiyan û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" qîriyan.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li vir axivî û destnîşan kir, ku girtina Hevserokên HDP'ê bêhurmetiya li vîna gel e. Başaran got, "Dibe ku we Hevserokên me girtibin, lê 6 mîlyon mirov hene. Her yek li her cihî wekîlek e. Her cih qada mîtîngê ye, cihê daxuyaniyê ye. Em ê bi vê yekê, zexta ku hûn li me dikin bişikînin. Gelê me wê xwedî li me derkeve, kî wê xwedî li we derkeve?"
'EM Ê BI SER KEVIN'
Piştî axaftina Başaran daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Kapaligoz da xuyakirin, ku HDP û DBP wê têkoşîna xwe ya mafdar bi hêza gel ji niha û pê ve jî bidomîne û got, "Berî ku ev saziyên hatin desteserkirin hebûn jî, nêrîna azadiyê ya vî gelî hebû û wê her tim hebe. Hûnê nikaribin bi HDP a xwedî 6 mîlyon hilbijêrî ye. Em ê ji sedî sed bi ser kevin."