YPG: Êrîşên çeteyên DAIŞ, Koalîsyona Sûriye û arteşa Tirk a li ser xaka Rojava dewam dike
YPG’ê di daxuyaniyekê diyar kir ku êrîên çeteyên DAIŞ’ê Koalîsyoan Sûriye û artêşa Tirk a li dijî çeperên wan û xaka Rojava bê navber dewam dike.
YPG’ê di daxuyaniyekê diyar kir ku êrîên çeteyên DAIŞ’ê Koalîsyoan Sûriye û artêşa Tirk a li dijî çeperên wan û xaka Rojava bê navber dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku di operasyon dayî destpêkirin de dest daniye ser 12 termê çeteyan 1 kleş, 65 şerjorên kleşê, 15 bombeya destan, 9 rext, 1 rexta xwekuj, 1 bêtelekê.
YPG’ê diyar kir ku 5’ê Mijdarê saet derdora 03.00’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşek berfireh biribûn li ser gundên Kurdîsan, Qedriyê û Şemseddîn. Piştî şerên dijwar a li van gundan hêzên wan li qadê operasyonek dabû destpêkirin.
HPG’ê wiha anî ziman: “Di encama vê operasyonê de hêzên me hawirdorê van gundan bi temamî paqijkirin û gelek çek û cebilxane bi dest xistin. Di lêgerînan de tevî 12 termê çeteyan 1 kleş, 65 şerjorên kleşê, 15 bombeya destan, 9 rext, 1 rexta xwekuj, 1 bêtel ji aliyê hêzên me ve hatiye bi dest xistin.”
ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ XAKA FEDERASYONA ROJAVA-BAKURÊ SÛRIYEYÊ DIDOMIN.
YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 5’ê Mijdarê saet derdora 21.00’an de bi balafirê keşfê ya bê mirov li ser gundê Tilşeriyê ya dikeve Rojavayê Kobanê geriyaye û heman demê de leşkerên Tirk ên raxê din ê sînor çeperên hêzên me gulebaran kirin.
Di daxuyaniyê YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin : “Arteşa Tirk 6’ê Mijdarê saet 08.00’an de jî bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên me ya li gundê Ziyaret a dikeve Rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk heman rojê saet 20.00’an de jî bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Ziravekê ya dikeve Rojavayê Kobanê.”
ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN GIREDAYÎ KOALÎSYONA SÛRIYEYÊ BERDEWAM DIKE.
YPG’ê diyar kir ku çeteyan 6’ê Mijdarê di saetên nîvro de ji milê Maamelê Şikeyf bi çekên giran êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd a Halebê. Her wiha şeva 5’ê Mijdarê de jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.
Di dewama daxuyaniya YPG’êm de wiha hate gotin: “6’ê Mijdarê saet 15.30’an û saet 22.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hawanan 2 êrîşên cûda birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Birheba ya dikeve başûrê Çiyayê Kezwan.
Şeva 6’ê Mijdarê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Til Osman a dikeve Rojhilatê Raşûrê Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Çeteyan îro sibehê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadiriyê ya dikeve heman herêmê.