'Em 30 rojan di şertên îşkenceyê de hatin girtin'
Sevîtek û Altinkaynak ên ku ji ber îxbara bêbingeh 30 rojan di bin çavan de hatin girtin diyar kirin ku di şertên îşkenceyê de hatine girtin.
Sevîtek û Altinkaynak ên ku ji ber îxbara bêbingeh 30 rojan di bin çavan de hatin girtin diyar kirin ku di şertên îşkenceyê de hatine girtin.
Endama Desteya Rêveber a Kongreya Jinên Azad (KJA) Zeynep Aytinkaynak û Îhnas Sevîtek jî di nav de 22 kesên ji ber îxbara bêbingeh di 5'ê Cotmehê de hatin binçavkirin piştî 30 roj di bin çavan de man di 5'ê mijdarê de hatin berdan.
SEVÎTEK: YÊ KU ÎXBAR KIRIYE POLÎS E
Îhsan Sevîtek ê ji dozgeriyê hat berdan di binçavan de tiştên ku 30 rojan jiyan e vegot û wiha axivî: "Yê ku der barê min de îxbar kiriye aşkera ye polîs e. Ji ber ku li ser agahiyên îstixbaratê îxbar hatiye kirin. Di îxbarê de tê gotin ku di rêxistinê de kesekî ku gelekî têm hezkirin. Li ser heman maila îxbarê bi min re 21 kesên ku ji navçeyên cuda û ez qet nas nakim jî hatin binçavkirin."
'BERÊ ŞAHIDÊ NEPEN NIHA JÎ MAILA ÎXBARÊ'
Sevîtek anî ziman ku 10 rojan li nezaretxaneyê mane û piştre ew birine salona sporê û ev agahî da: "Dema ku em hatin binçavkirin, rojên ewil polîsan di bin navê sohbetê de em birin odeyên cuda û xwestin pirsyar bikin. Lê min ji wan re got ku tişta ku dikin hiqûqî nîne. Min got ku piştî parêzerê min bê ez ê baxivim piştre min şunde anîn. Ji ber ku li nezaretxaneyan cih nema bû em birin salona sporê ya emniyetê. Li vir 20 rojan mam. Li vir carna 120, carna jî 150 kes diman. Di nava mehekî de nêzî 500 kes hatin binçavkirin. Piraniya wan jî bi îdiaya bi PKK'ê re têkîliya wan heye hatibûn binçavkirin. Kesên ku di heman dosyayê de hatibûn binçavkirin hevdu nas nedikirin. Piraniya wan ji ber îxbarên hatine kirin an jî ji rê derbas bûne bi îdiaya gumanbar in hatibûn binçavkirin. Kesên ku dihatin binçavkirin piştî 15-20 rojan dibirin edliyeyê. Berê bi îfadeyên şahidên nepen binçavdikirin û digirtin. Nİha jî vê bi maila îxbarê dikin."
'ŞERTÊN NE BAŞ'
Sevîtek der barê şertên salona sporê de jî ev agahî da: "Salona sporê wekî kampa temerkuzê bû. Kesên ku hatibûn binçavkirin, bi komên 10-15 kesan dikirin beşên ku bi bariyerên hesin hatine çêkirin. Ji ber ku li salonê tenê 2 tuwalet hebû gelek rêz çêdibû. Xwarina ku didan sar û kêm bû. Yek betanî didan û li ser betonê ev hem lehîf hem jî wekî doşek me bi kar dianî. Ji ber ku kalorîfer tunebû em gelek dicemidîn. Ji ber ku em traş nedibûn por û rihê me tevlihev bûbû. Ji ber şertên netendurist her roj gelek kes nexweş diketin û radikirin nexweşxaneyê."
'HEM ÎŞKENCE HEM JÎ CEZA'
Sevîtek anî ziman ku dema ku ew birin Dibistana Bilind a Polîsan a Gafar Okkan a li ser rêya Farqînê jî polîsan heqeret û gotinên gelek xirab ji wan re kirine. Sevîtek wiha axivî: "Li vir piştî ku em çend saetan man bi min re 22 kes îfade dan polîsan. Piştî îfadeyê 15 kes hatin berdan. Em 7 kes jî anîn edliyeyê. Dozgeriyê îfadeya me negirt û hin şîret li me kir û em berdan. Ji ber îxbara bêbingeh 30 rojan di bin çavan de mama. Berê jî ji ber 2 dozên cuda 5 salan di girtîgehê de mam."
ALTINKAYNAK: LI HUCREYA YEK KESÎ 6 KES...
Endama Desteya Rêvebera a KJA'yê zeynep Altinkaynak jî wiha axivî: "Li hucreya yek kesî de em 6 kes diman. Di bin çavan de 100 kesan 2 tuwalet bi kar dianî. Ji ber ku derî girtî bûn hundir pir bêhewa bû, netenduristbû. Xwarin pir xirab bû, zêde xwarin nedidan."
