Di pêngava 'Xezeba Firatê' de gundekî din hat rizgarkirin

Şervanên pêngava 'Xezeba Firatê', ku ji bo rizgarkirina Reqayê dest bi operasyonê kirine, gundê Leqta yê stratejîk rizgar kirin.

Gundê Leqta bi 14 kîlometreyan li başûrê gundê Qenterî ye, ku ji aliyê baskê operasyonê yê aliyê Silûkê ve hatiye rizgarkirin.

Bi rizgarkirina vî gundî re, ev baskê operasyonê di nava 2 rojan de bi 14 kîlometreyan bi pêş ve çûn.

Gundê Leqta ji aliyê leşkerî ve xwedî cihek stratejîk û bilind e. Gund li ser rêya bazirganiyê ya navbera Reqa û Cizîrê ye.

Şervanên pêngava 'Xezeba Firatê' her bi pêş ve diçin.