Ji Cizîrê peyama berxwedanê
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de ne, li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedan wê li her qadê were geşkirin.
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê, ku hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de ne, li Cizîrê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedan wê li her qadê were geşkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz li avahiya partiyê daxuyanî da û got, "Em, konsepta şer ku hikûmeta AKP'ê li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, lenet dikin. Darbeya siyasî ya hatiye kirin, li dijî vîna gelê Kurd e. Bi van zextan nikarin bi me. Çi dibe bila bibe, emê ji doza xwe venegerin."
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr dûre axivî û anî ziman, zîhniyeta ku bajarê wan hilweşand, niha jî hewl dide derbê li vîna gel bixe.
Îmîr lenet li vê êrîşê anî û got, "Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin. Ev helwest ne ya qebûlkirinê ye. Em dibînin ji aliyê siyasî ve kêm maye Tirkiye întixar bike. Weke pêkhateyên tevgerê, em ê li dijî zext û şîdeta li gelê me tê kirin her tim li qadan bin. Em dîlgirtina siyasiyên xwe qebûl nakin û li her qadê em ê berxwedanê geş bikin."