Ji Kerkûkê desteka ji bo HDP'ê: Divê Kurd hemû li ber xwe bidin

Nûnerên partiyên siyasî yên li Kerkûkê li hev civiyan, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kirin û banga berxwedanê kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ku ji aliyê Tevgera Azadî ve hat organîzekirin, li pêşiya Keleha Kerkûkê saet di 10:00 de hat dayîn. Rayedarên YNK, Tevgera Goran, Partiya Komunîst, Zehmetkêşan, Eniya Demokrasiyê ya Gel tevlî bûn.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li gelê Kurd hat kirin ku li her cihî berxwedanê geş bike.

Qisekeran dan xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP'ê 'pêvajoya çareseriyê' qedandin, bi vî awayî polîtîkaya tesfiyeyê xistin rojeva xwe û gotin, girtina Hevserokên HDP'ê û parlameteran di vê çarçoveyê de ye.

Nûneran hişyarî dan, ku eger deng li hemberî êrîşên li Bakur neyê derxistin, dibe ku êrîşên bi heman rengî li hemû parçeyên din ên Kurdistanê rû bidin û banga berxwedan û yekîtiya neteweyî kirin.

ÇALAKÎ WÊ DEWAM BIKIN

Duh jî li Silêmaniye û Hewlêrê bi pêşengiya siyasetmedar û rewşenbîran çalakiya protestokirinê hatibû lidarxistin. 

Îro jî li bajarên Silêmaniye, Duhok, Kelar, Kîfrî, Derbendixan, Ranya û Taktak ên başûrê Kurdistanê wê çalakî bên lidarxistin.

...