Dem binçavkirina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel ya ku li pêşiya avahiya Edliyeya Amedê girtina hevserokên HDP’ê û parlementeran protesto dikir hate binçavkirin, 24 saet din jî dirêj kir.
Sebahat Tûncel a di bin çavan de bi rêya kesekî di heman hûcreyê de dima ev peyam da:
“Ez û Sabahat Tûncel li ehma odeyê de dima lê me hevdû ne didît. Li pêşberî êşkenceya polîsan a li ser dimeşand tim di nava berxwedanê de bû. Di dema ku herî êrîş li ser dijwar dibûn ji li dijî lêgerîna tazî ya li gel mêran radibû û ev yek dij mirovtiyê ye, ev tê wateya destdirêjiyê. Piştî berxwedanekî pir xurt lêgerîna jinan li cihekî cuda hate kirin. Piştî saetan dema ku dosyaya wê amade bû û li me vegeriya û bi rûyê ken got: “Bi îhtimalekî pir mezin wê min bigirin, ev rewş hê zû diyar bû. Lê ev nikarin me bitirsînin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedan xwe dewam bikin. Em ê bi ser bikevin.”