Rohat û Teysîr bi merasîmekê hatin oxirkirin

Bi hezaran kesî cenazeyên şervanê YPG’ê Cemîl Ehmed Deqorî (Rohat Zagros) û Endamê HAT Teysîr Hesen ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê ber bi bêdawîtiyê ve oxir kirin.

Hezaran welatiyên Hesekê û Til Temir bi armanca wergiritina cenazeyên şervanê YPG’ê Cemîl Ehmed Deqorî (Rohat Zagros) û Endamê HAT Teysîr Hesen ên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, li ber saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin cem hev.

Girseya gel ku bê navbera dirûşim beriz dikirin piştî wergirtina cenazeyên her 2 şervanan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê derketin rê. Li rêya ketina goristanê girseya gel ku bê navber dirûşme davêtin, cenaze ji wesayîtan peya kirin û darbest li ser miran heta goristanê birin.

Li vir merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê Hêzên HAT ve hate lidarxistin destpê kir. Paştre jî li ser navê meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir axivî û got ku gelê Rojava bi Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên xwe bi yek destî li dijî êrîşkaran derketine û parstina xwe kirine û wiha dom kir: “Gelê Rojava bi hev re tekoşînê dike. Ji ber hevgiritinê û yekîtiyê gelê me biser dikeve.” Tahir, di dawiya axaftina xwe de soz da ku wê gelê Rojava heta dawî şopdarên rêya cangoriyên xwe bin.

Di berdewama merasîmê de li ser navê YPG’ê Zekî Kobanê axivî û got ku hêzên YPG’ê bi saya tekoşîna şehîdên xwe karîbûn li ber xwe bidin û azadiya xwe bi dest bixin. Kobanê destnîşan kir ku gelê Rojava û şervanên YPG’ê bi yek destî parstina nirxên şehîdan dikin û wiha anî ziman: “Hêzên YPG’ê ne tenê di qadên şer de, lê belê di hemû qadan de wê parstina gelê herêmê bikin û wê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê HAT Baran Dêrik axivî û destnîşan kir ku hêzên wan û hemû hêzên Rojava yên parstinê her demê wê di rêya şehîdên xwe de parstina herêmê bikin.

Helbestvan Xelîl Mehmûd Kerkûkî jî li ser biratiya Kurd û Ereban û jiyana hevbeş di merasîmê de helbestek pêşkêş kir.

Nasnameyên herdû şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze bi diruşmeyan ber bi bêdawîtiyê ve oxir kirin.