Encamnameya civîna awarte ya li Şengalê hat eşkerekirin
Encamnameya civîna awarte ya Şengalê hat eşkerekirin. Di civînê de li ser gefên dewleta Tirk hat rawestandin û ji bo xweparastin û rêveberiya Şengalê statu hat xwestin.
Encamnameya civîna awarte ya Şengalê hat eşkerekirin. Di civînê de li ser gefên dewleta Tirk hat rawestandin û ji bo xweparastin û rêveberiya Şengalê statu hat xwestin.
Encamnameya civîna awarte ya Şengalê hatibû lidarxistin bi daxuyaniya çapemeniyê hate eşkerekirin.
Duh bi armanca ku gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Êzidiyan bê nirxandin, li bajarokê Xanesor ê Şengalê civîneke berfireh hate lidarxistin. Civîn ji aliyê tevahî rêxistinên Şengalê ve hate organîzekirin. Di civînê de endamên Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê, PADÊ, Fermandarên YBŞ’ê, Tevgera Ciwanan, oldar û zanayên Êzidiyan û bi dehan welatiyên Êzidî amade bûn.
Piştî bidawîbûna civîna awarte, encamnameya civînê bi daxuyaniyek çapemeniyê ji raya giştî re hat ragihand. Di encamnameya civînê de wiha hat gotin; “Wekî Meclîsa Êzidiyên Şengal, Sazî û dezgehên leşkerî yên girêdayî wê; Li Rojhilata Navîn, dergûşa mirovahiyê û dayikbûna şaristaniyê ya li ser rûyê dinê ye. Mezopotamya qada coxrafîk ya herî girîng li ser erdê ye û herêma herî giring a Rojhilat Navîn ya ku di dîrokê de cihê dayikbûna çand, şaristanî û baweriyane. Ji ber dewlemendiya wê ya çandê û cihê wê yê stratejîk bûye sedem ku li cihanê her tim bibe qadek şer û pevçûnan. Her tim dixwazin dest danin ser Rojhilata Navîn, ji ber yên ku dest danîn ser Rojhilata Navîn, dest datîne ser hemû cîhanê.”
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE ÊZIDIYAN TINE BIKE’
Her wiha di dewama encamnameyê de qala komkujiyên li ser Êzidiyan hat kirin û wiha dewam kir; “Yek ji baweriyên herî kevin ê ku di Rojhilata Navîn de hatiye avakirin Êzidî ne. Di dîrokê de şaristaniya herî kevin a dîrokê wan avakirine û bawerî bi xwezayê anîne. Ji ber vê çand û baweriyê di gelek qetliam û komkujiyan re derbas bûye. Yek ji wan yên komkujî kirine Împaratoriya Roma û Faris, di serdema Îslamê de Osmaniyan ev komkujî ser gelê Êzidî pêk anîne. Heya piştî şerê cihanê yê yekemîn û dawî anîna Împaratoriya Osmaniyan û heta avakirina Iraqê di sala 1920’an de jî fermanên tunekirina gelê Êzidî ne rawestiyaye. Piştî hatina rejîma Baas a herî zêde zext û zilm li ser gelê Êzidî pêk anîne, bi sedan gundên Êzidiyan hatin valakirin, dest danîn ser xak, milk û malên wan. Eşîr li nava xaka Êzidiyan hatin bicihkirin û xwestin di aliyê demografî de destwerdan bikin û di 3’yê Tebaxa 2014’an xwestin gelê Êzidî li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê tune bikin. Ew xwesteka Tirkan a dixwaze Êzidiyan tûne bikin hîna berdewam dike û bi dawî nebûye.”
Di encamnameyê de li ser pirsgirêka Mûsilê hat rawestandin û wiha domand: “Hevpeymana Lozanê ya ku Mûsil û Kerkûk girêdayî Iraqê kirin, lê Tirk vê tifaqê ji bo van bajaran qebûl nake û red dike. Mûsil yek ji cihên herî zêde ji pêkhateyên pir rengî pêk tê. Politikayên ku her tim bê îradekirina gelê Êzidî yek ji planên wan ên qirêj bûn. Gelê Êzidî yek ji gelê herî kevin e ku di bajarê Mûsilê de dijî, ji ber vê yekê mafê herî zêde yê ser Mûsil yê gelê me yê Êzidî ye. Mûsil yek ji cihên herî stratejîk yê ji bo parastina Şengalê ye. Ji bo vê yekê ji hêzên derve yên wekî Tirkan hîn zêdetir mafê tevlîbûna Mûsil û biryardayina wê ya Êzidiyan e.”
‘MAFÊ ME YÊ XWESERIYÊ HEYE’
Encamname wiha berdewam dike:
“Mafê me yê beşdarbûna pêngava Mûsilê heye, ji parastina herêmên Êzidiyan bi taybetî ji Beşîqa, Behzan û Şengal. Ji ber ku gelê Şengalê di komkujiyê re derbas bû, bi hezaran gelê Êzidî bûn qurbaniya van êrîşan, herî zêde ji jin û zarok ziyan dîtin. Heta niha zêdetirî 3 hezar jinan di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl girtine. Piştî ku çete di 10’ê Hezîrana 2014’an ketin Mûsilê, ev dida xuyakirin ku rewşa parastinê ya derdorê wê û bi taybet ji herêmên Êzidiyan ketiye xeteriyê. Piştî 3’ê Tebaxê Şengal bêyî ku hêzên leşkerî yên Iraqê û pêşmergeyên herêma Kurdistanê yek guleyê biteqînin xwe vekişand, ev jî neçar dike ku Şengalek xweser û hêzek leşkerî ya Êzidiyan bi xwe hebe, ji bo ku xwe bi xwe biparêzin û bi rê ve bibin. Di destûra bingehîn a Iraqê ya di sala 2005’an li gorî xala 125-116 mafê her kêmnetewekî heye ku xweseriya xwe li Iraqa federalî ava bike.”
Girêdayî hebûna hêzên gerîla ya li Şengalê jî wiha da xuyakirin: “Erkê me yê mirovahiyê di her kombûn û civînê de heye ku em qala HPG/YJA-STAR, YPG, YPJ yên ku di 6’ê Tebaxa 2014’an korîdora mirovahiyê ji bo gelê Êzidiyê yên di çiyayê Şengalê de asê mabûn bikin. Ji bo ku vê korîdorê vekin û rûmeta cîhanê û Êzidiyan biparêzin bi dehan şehîd dan. Ev hêzên me behs kirî heya niha ji erkê xwe yê mirovahî didomîne û di rizgarkirina Şengal û herêmên derdor de yek ji hêzên sereke bûn. Heya niha jî di çeperên herî pêş de ji bo parastina Êzidiyan li dijî DAIŞ’ê şer dikin. HPG/YJA-STAR li ser rûyê erdê xwe îspat kir ku hêzek ya parastina mirovahî û netewan e, ji Kerkûk, Celawla, Mexmûr û Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û serkeftinek mezin anîn. Her wiha ev jî bû piştevaniyek mezin ji bo dewleta Iraqê, lewra jî pêwîst e Iraq bi çavekî dostane temaşe bike û beşdarî Mûsilê bike.”
‘DIVÊ XWEPARASTIN Û RÊVEBERIYA ŞENGALÊ BÊ NASÎN’
Di encamnamê de Meclisa Êzidiyên Şengalê, sazî û dezgehên leşkerî yên girêdayi wê ev daxwaz ji sazî û rêxistinên cihanî dikin:
“-Em dibinîn pêwîst e ku hêzên Tirkan ji xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê derkeve, ji ber xeteriyek wê ser axa Iraqê û serweriya giştî ya Iraqê heye.
-Li Iraqê bi giştî û di nav de gelê Êzidî yên li herêma Şêxan û Beşîqa, ji ber ku di dîrokê de her tim bi dagirkeriyê tê naskirin û gelê Êzidî di 73 fermanan zêdetir bi destê Osmaniyan pêk hatiye û heya roja me ya îro domandiye.
-Em wekî Meclis û rêxistinên Şengalê pêwîstî dibînin ku hêzên HPG-YJA-STAR ji bo parastina gelê Êzidî ji êrîşên terorîstî hêzên HPG-YJA-STAR li Şengalê bimînin, heya ku tevahiya herêma Şengal û bajarê Mûsilê were rizgarkirin.
-Bi awayekî fermî hêza YBŞ û YJŞ’ê wekî hêzekî sereke di Iraqê de were naskirin. Perwerdekirin û pêdiviyên wan ên leşkerî ji aliyê her dewletên derve ve li gorî destûra bingehîn a Iraqê yên federalî bên destgirtin.
-Zêdetir gelê Iraqê yên xwecihî yên kêmnetew ji wan daxwaz dikin ku madeya 140 ya ku di 2005’an de wextê wê bi dawî bûye were rakirin. Ji ber ew sedemê bingehîn e yên êş û azarên van kêmnetewan û şer pevçûnên di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de derdixe. Çareserkirina cihên kêmnetewan li gorî Rêveberiya Xweser û Rêveberiya herêmî li gorî ku di sala 2005’an di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye xwendin û ditîn, wekî xalekî sereke ji bo çareserkirina avakirina Iraqa demokrat û federale.
-Avakirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê li gorî destûra bingehîn a Iraqê ya xala 116-125’an di sala 2005’an vegerandina sînorê herêma Şengalê ya sala 1921’ê hebû. Piştî ku ev erdê ku hatiye qutkirin vegere, ji ber ku polikîtayên dewleta Iraqê yek pey yekê da ku ji bo misogerkirina gelê Êzidî jiyanek azad û aştiyane li ser xaka Iraqa federal û demokratik, pêwistiyên wê yên xwerêvebirinê li gorî qanûnên herêmê navendî bidin.
-Em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî ku qetlîama di 3’ê Tebaxa 2014’an pêkhatî de wekî jenosîd were naskirin. Ew kesên sûcdar li dadgeha navdewletî werin darizandin. Êzidiyên koçberî derve bûne vegerînin ser axa wan û parastinek navnetewî ji bo parastina çandî, olî, siyasî û rêveberî jê re çêbikin û piştevaniya wan bikin . Dîlgirtiyên Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirin û wana radestî malbatê wan bikin. Di aliyê madî û manevî de ziyanên çêbûyîn raber bikin. Kesên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê kirine û zordestî li dîlgirtiyên Êzidiyan kirine werin darizandin, ji ber ku mijara dîlgirtina girêdayî rûmeta mirovatî û hemû cîhanê ye.
-Her peymanekî siyasî, leşkerî, parastinî ji aliyên wan kesên siyasî û hikûmetên derve ve li ser Şengalê û pêşeroja wê were çêkirin bêyî agahiya meclîsa Êzidiyên Şengal û hêza YBŞ’ê ev peyman ne bi îradeya Êzidiyan e û em van napejirînin. Ew kesên ku li ser wê peyman dikin bêyî erêkirin Êzidiyan wê gelê Êzidî yên li Şengalê û nûnertiya wê meclîsa Êzidiyan û hêza wê YBŞ/YJŞ’e û hemû dezgehên girêdayî wê, wê hesab bidin.”