Demîrel: Bi şikandina deriyan, îrade teslîm nayê girtin
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel li ser binçavkirina wekîlan got, "Ev yek darbe ye. Em qebûl nakin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel li ser binçavkirina wekîlan got, "Ev yek darbe ye. Em qebûl nakin."
Operasyonên qirkirina siyasî vê şevê bi serdegirtinan, li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin meşandin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel nerazîbûn nîşanî serdegirtina malan û binçavkirina wekîlan da û got, "Ev serdegirtin û binçavkirin darbe ye. Em binçavkirina wekîlên bi vîna gel hatine hilbijartin, bi ti awayî qebûl nakin. Bi şikandina deriyên malan îrade teslîm nayê girtin. Em vê yekê weke darbeyê dibînin û bi ti awayî qebûl nakin. Ev yek nêzîkatiya faşîzan a dewletê ye."