Demîrtaş: Ez gelê me silav dikim
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku polîsan avêtin ser mala wî ya li Amede û ew binçav kirin, bi parêzer Mehmet Emîn Aktar re hevdîtin kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku polîsan avêtin ser mala wî ya li Amede û ew binçav kirin, bi parêzer Mehmet Emîn Aktar re hevdîtin kir.
Aktar got, Demîrtaş li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê girtin.
Aktar mesaja destpêkê ya Demîrtaş ragihand: "Tenduristiya min baş e. Moralê min li cih e. Ez gelê me silav dikim."
Piştî hevdîtina bi Demîrtaş re tê payîn Aktar bi Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr re jî hevdîtinê bike.