Hêzên dewleta Tirk bavê Cemîle Çagirga bi lêdanê binçav kirin

Hêzên dewleta Tirk, ku Cemîle Çagirga li Cizîrê kuşt û ji ber ku nehişt cenaze were veşartin malbatê cenazeyê keça xwe bi rojan di sarincê de hişt, vê carê jî bi lêadnê bavê wê Ramazan Çagirga binçav kirin.

Hêzên dewleta Tirk, li navçeya Cizîr a Şirnexê, di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de 9 rojan ji bo qirkirinê êrîş biribûn ser gelê Cizîrê û Cemîle Çagirga ya 9 salî ya li hewşa mala xwe dilîst, kuştin. Tevî vê hovîtiyê, nehiştin ku malbat cenazeyê keça xwe veşêre û malbatê jî ji neçarî cenazeyê keça xwe bi rojan di sarincê de hişt.

Hêzên dewleta Tirk vê carê jî avêtin ser mala Çagirga ya li taxa Cûdî. Polîsên Tirk di dema serdegirtinê de bi lêdanê bavê Cemîle Ramazan Çagirga ku di heman demê de rêveberê MEYA-DER'ê ye binçav kirin. Piştî lêgerîna li malê, bavê Çagirga birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li navçeyê.

Polîsên tîmên taybet avêtin ser gelek malên li taxa Cûdî û welatiyê bi navê Velî Edîz jî binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.