Malbatên Roboskiyan: Em hemû kedkarên çapemeniyê ne

Lêgerîna edaletê ya Malbatên Roboskiyê di hefteya 253. de dewam dike. Malbatan bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û rojnameya Azadiya Welat dan û peyama “Em hemû kedkarên çapemeniyê ne” dan.

Malbatên 34 ciwanên gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ku di 28’ê Kanûnê 2011’an de ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin di hefteya 253. de li ser gorên zarokên xwe lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. Serokê Roboskî-Der Velî Encû li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku hikûmata AKP’ê bi rewaşa Awarte û Biryarnameya Dihikmê Qanûnê azadî û demokrasiyê dike hedef û wiha got: “Bi van kiryaran êrîş gihiştin lûtkeyê.”

Encû destnîşan kir girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û li şûna wan qeyûm wezîfedarkirin tê wateya darbe li dijî vîna gel. Encû wiha pê de çû: “ Zextên ku li dijî hilbijêrên gelê Kurd mînaka herî berbi çava ya bêhiqûqiyê ye.”

Encû diyar kir ku dema êrîş li ser zarokên me hatin kirin yekem dezgehên çapemeniyê DÎHA, JINHA, Rojnameya Cûmhûryetê û Azadiya Welat kiribûn manşet û weşandibûn. Bi van êrîşên ku li ser çapemeniya azad tên meşandin raste rast me dikin hedef. Eger ku em xwedî li çapemeniya azad dernekevin wê qetlîam û qirkirinên dewletê dewam bikin û dengê me wê bên qûtkirin. Encû destnîşan kir ku wê her malbatekî Roboskî weke kedkarekî çapemeniyê kar bike û ji bo rastî bi raya giştî re bê parvekirin wê têkoşîna xwe dewam bikin.