BI DÎMEN

Bavê 3 ciwanan: Ji ber ku zarokên min kurd bûn hatin kuştin

Malbata kesên li Dîlokê hatin kuştin, bal kişand ser nijadiya komkujiyê. Malbatê destnîşan kir ku xwestine ji cenazeyên zarokên wan şiklê stêrkê çêkin.

Li Dîlokê di 30’ê Cotmehê de ciwanê kurd Mervan Aslan (19)  û birayên wî Suleyman Aslan (16) û Alî Çelîk (15) li çîftlîkê hatin kuştin. 2 ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Birayê wan ê mezin Mervan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şehit Kamilê jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina 3 birayan der barê kuştinê de ti lêpirsîn nehat kirin û tu kes nehatin binçavkirin. Medya îktîdarê jî wekî “Bûyera edlî” bi nav kir û serwîs kir.  3 birayên kurd ên hatin kuştin, eslê xwe ji navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ne. Bavê zarokan Abdulganî Çelîk û mamê wan Veysî Çelîk, diyar kir ku zarokên wan bûne qurbana patronê Çîftlîkê yê nîjadperest Burak. 

'PATRONÊ KURÊ MIN BURAK NEHEQIYA NÎJADÎ DIKIR’

Bav Abdulganî Çelîk, diyar kir ku wan li gel zarokên xwe 2 sal û niv berê ji navçeyea Mahsertê ya Mêrdînê koçî Dîlokê kirin û wiha got: “Ez û zarokên xwe hatin vir û me li vir dest bi çîftlîkê dest bi xebatê kir. Kurê min Mervan li navçeya Şehit Kamîlê di çiftlikekê de dest bi xebatê kir. Li çiftlîka kurê min lê dixebitî patron hene. Patronê bi navê Burak û kesê ji Dîlokê neheqiyên nijadî li kurê min dikirin. Gelek caran di navbera wan de niqaş derketin. “Kurê min Mervan ji min re got mirovê bi navê Burak li ser kurdan niqaş kiriye û Burak ji min nefretê dike. Ez ji bo kurê xwe ketin nava fikaran. Min got ez wê wî ji çiftîkê derxim.  Lê hêj min ew ji çiftlîkê dernexistin hatin qetilkirin.  Dema Alî û Suleyman birayê xwe Mervan li çiftlîkê ziyared kir hatin qetilkirin. Alî û Suleyman xwendekarên lîseyê bûn. Di roja tatîlê de birayê xwe ziyaret kirin. Lê dema çû wir hatin qetilkirin. 

'JI BER ZAROKÊN MIN KURD BÛN HATIN QETILKIRIN’

Bav Çelîk, anî ziman ku ji ber zarokên wî kurd bûn hatin qetilkirin û wiha got: “Tu pirsgirêka zarokên min û kesî tune bû. Patronê bi  navê Burak gelek caran bi kurê min Mervan re niqaş kiribûn.Bila zarokên min bi qurbana Kurdistanê bin. Ji Şehîdên Kurdistanê ne bi qîmettir in. Em wê heta dawî ji bo jiyanek azad têbikoşin.

'DEWLET BI ZANEBÛN BÛYERÊ RONÎ NAKE’

Bav Çelîk da zanîn ku ew kesê bi navê Burak berpirsiyarê kuştina zarokên xwe dibîne û wiha got: "Dewlet vê bûyerê bi zanebûn ronî nake. Dewlet dixwaze ser bûyerê bigire û ser wê digire. Ez bang li gelê kurd dikim ku piştgiriyê bide min. 

MAM: XWESTIN JI CENAZEYAN STÊRKÊ ÇÊKIN 

Mam Veysi Çelîk jî anî ziman ku biraziyên wî bi plan û zanebûn hatin qetilkirin û wiha got: “Biraziyên min bi zanebûn û plan hatin qetilkirin. Gule berdan serê wan. Du gule berdan serê Mervanû du gule berdan serê Suleyman. Guleylek jî berdan nava du çaven Alî û ew qetil kirin Piştî ew kuştin xwestin ji cenazeyên wan şiklê stêrkê çêkin. Serê wan anîn cem hev û bi bedena wan xwestin şiklê stêrkê çêkin.Çima stêrkê çêdikin armanca wan çiye? Bi awayekî hovane kuştine.” 

'ÇIMA DERENG AGAHÎ DAN MALBATÊ’ 

Mam Çelîk, da zanîn ku ji ber ku Mervan û birayên xwe çand, ziman û nasnameya xwe parastine hatine qetilkirinû wiha got: “Em wê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Bi awayekî nijadî biraziyê min hatin qetilkirin. Di roja bûyerê de cendirmeyan çend saet şûnde agahî dan me. Cendirmeyan û hêzên dewletê çend saet şûnde agahî dan malbatê. Dewlet û cendirme dixwazin ser bûyerê bigirin. Em heta encamê bistînin em wê têkoşîn û doza xwe bişopînin.”