FLAŞ

Çeteyên Tirk çek û cebilxaneyan datînin gundên DAIŞ lê ye

Hat ragihandin, çeteyên Tirkiyeyê, alîkariyeke mezin a ji cebilxaneyê dane çeteyên DAIŞ'ê.

Çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya cebilxaneyê ya çeteyên Tirkiyeyê êrîş birin ser gundên Şehbayê. Şerê ku ji ber van êrîşan rû da, hê jî bi dijwarî diqewime.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ev şerê du roj berê di navbera çeteyên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê de qewimî, senaryo ye û dest nîşan kirin, ku li gundên çeteyên DAIŞ'ê lê ne, gelek cebilxane hatine hiştin. Çavkaniyê heremî her wiha ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê bi van çek û cebilxneyan êrîşî gundên Şehbayê dikin.

Li gorî agahiyan, piştî piştgiriya Tirkiyeyê ya cebilxaneyê ji bo çeteyên DAIŞ'ê, çeteyên DAIŞ'ê bi şev êrîşeke mezin birin ser gundên Şehbayê û şerê li vê herêmê hê bi dijwarî dewam dike.

Tevî van êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, di heman demê de çeteyên girêdayê Tirkiyeyê gundên Umm Housh û Harbul bomberdûman dikin.