Nasnameyên 9 gerîlayên ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameyên 9 gerîlayên ku 22’yê Cotmehê li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane ragihand û got; “Têkoşîna xwe ya tijî fedakarî bi tevlîbûna karwanê şehîdan ve tacîdar kirine.”
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 3 sermawezê 2016, 14:07
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 9 gerîlayên ku 22’yê Cotmehê li navçeya Pilûr ya Dersîmê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan îro li ser xaka Kurdistanê li dijî dagirkerî û her cure êrîşên wê yên faşîzan bi tarzekî têkoşîna herî bi biryardar şerekî mezin ê berxwedanê datîne holê. HPG’ê got; “Sala şer a 2016’an tijî mînakên vê ne. Paşerojê jî, îro jî rastiya artêşeke ku li dijî taktîk û tarzên gerîla bêçare maye, di operasyonan de têkçûyî ye, li beramberî me ye. Di şerê xwe yê berxwedanê de ku li dijî dagirkeriyê tê meşandin, şehîdên me çêdibin. Bi vî ruhê fedaî ve bedelekî pêwîst dike. Em 9 gerîlayên xwe ku 22’yê Cotmehê dema ev şer dimeşandin şehîd bûn bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan;
“Di serî de hevalên me yên Ozan û Ronahî ku di refên têkoşîna azadiyê de bûn xwedî ezmûnên mezin, di şer de pispor bûn, hevalên me Akîf, Firat, Leheng, Newroz, Rojhat, Ronahî, Sarîna û Zîlan têkoşîna xwe ya tijî fedakariyên mezin bi tevlîbûna karwanên şehîdan ve tacîdar kirine.
22’yê Cotmehê li derdora gundên Kerdil, Leskan û derdora gundên Otlûbahçe, Gamir û Sefkanê yên girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê tevgerek operasyonel pêk hatiye û ev qad ji hêla balafirên şer bi awayekî zêde hatine bombekirin, her wiha qereqolên derdor jî bi hewan û obusan topbaran kirine. Di encama van êrîşan de 3 gerîlayên me şehîd bûne. Ji ber agahiyên têkîldarî hevalên me Firat, Leheng û Rojhat nû gihiştin destên me, em detayên wan ên sicîlê nû radigihînin.
22’yê Cotmehê detayên têkidarî çalakiya li dijî qereqola Tûrnûva û girê derdorî wê ya girêdayî Pilûrê hatibû lidarxistin bi raya giştî re hatibû parvekirin. Di vê çalakiyê de gelek çeper hatibûn rûxandin û di qereqol û derdorî wê de bi awayekî pir zelal bêçarebûna leşkerên artêşa Tirk hate dîtin. Me dabû diyarkirin ku di vê çalakiyê de 5 gerîlayên me gihiştibûn şehadetê. Di vê çalakiyê de 6 gerîlayên me şehîd bûne.
NASNAMEYÊN 9 GERÎLAYAN
Nasnameyên 9 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne;