Artêşa Tirk gundên Efrînê bombe dike

Artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran dike.

Artêşa Tirkiyê saet di 16.45’an de gundên Eereb û Yeran ên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kirin. Artêşa Tirk ji qereqola Aqçela Baxler ya li Kilisê gundên Efîrnê topbaran dike.

Hat ragihandin ku topbarana artêşa Tirk giha gundên Alçiya, Seir Bencîk ên navçeya Şera. Di encama bombebaranê de ziyanên madî gihiştin mal û zeyviyên welatiyên sivîl.

Bombebaran dewam dike.