Li dijî Çiyayê Gabarê operasyon
Artêşa Tirk li dijî Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon da destpêkirin.
Artêşa Tirk li dijî Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon da destpêkirin.
Li Şirnexê ku ji danê sibehê ve tevgerek zêde ya leşkerî heye, cerdevan, tîmên Tirk û gelek wesayîtên leşkerî li Çiyayê Gabarê derketin operasyonê. Li Çiyayê Gabarê ku tevgerek zêde ya helîkopteran heye, operasyon hê jî dewam dike. Helîkopterên ku ji 23’emîn Fermandariya Tumena Şirnexê bilind bûn, li Gundê Bîrava û Çiyayê Gabarê dan.