Nerazîbûna li dijî girtina Hevşaredar Atabay
Girtina Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Girtina Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Girtina Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay bi çalakiya rûniştinê li pêşiya avahiya şaredariya Ebexê û bi daxuyaniya çapemeniyê hate şemezarkirin. Reveberên HDP, DBP’ê û Heşaerdar Farûk Demîr jî di nav de gelek welatiyan bi pankartên "dest nede îradeya min û Sûna Atabey pêwîste bê berdan" nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan. Piştre Alîkara Hevşaredaran Nûrhayat Aydemîr axivî û got: "Rêveberiyên heremî yên ku bi hilbijartinan nikaribûn bi dest bixin, niha bi zext û zorê dixwazin bi destê xwe bixin."
Piştre Demîr daxwaza azadiya Atabay kir û wiha axivî; "Ti hevalên me bi îdîaya dizî û nelêrêtiyê nehatine girtin. Sûcdariyên li wan tên kirin, ne rast in. Li dijî Hevşaredar Sûna jî ti hincet nedîtin û çûn parvekirinê wê li ser tora civakî kirin hinceta girtinê. Hemû hevalên me ji ber tekoşîna azadiyê hatine girtin. Em daxwaza serbesberdana Hevşaredar Sûna dikin û vegerandina van şaştiya dikin."
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.